Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Eyup Barzanî di Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Fehîm Işik û anî ziman ku krîzên ji ber rêveberiya Başûrê Kurdistanê rû dane di nava civakê de bûne sedema nearamî û aciziyeke mezin. Barzanî rewşa heyî ya li Başûrê Kurdsitanê bi vî rengî vegot: "Mûçe hînê nayên dayin. Mûçeyan ya dereng didin yan jî kêm didin. Pirsgirêka mûçeyan a karkeran pirsgirêkeke cidî ye. Ya duyemîn jî pirsgirêka xizaniyê ye. Xizanî il wir pirsgirêkeke gelekî cidî ye. Ji ber xizaniyê mirovên feqîr û bêçare gelekî zehmetiyan dikişînin. Giranî hemû li ser wan e. Çîna dewelemend jî her dewlemend dibe. Ev rewş bi ti awayî bandoreke neyînî li wan nake."
HÊZ Û BANDORA ARTÊŞA TIRK LI BAŞÛR ZÊDE DIBE
Eyup Barzanî destnîşan kir ku yek ji sedemên bêaramî û aciziya civakê zêdebûna hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir, "Vaye hûn dibînin, operasyonên leşkerên Tirk zêde dibin. Bi pêş ve diçin. Bombeyan li gundan, çiya û gelek deveran dibarîne; bombardûman zêde dibe. Dewleta Tirk li gelek deveran nekarîbû bi pêş ve biçe, lê niha bi pêş ve diçe. Hebûn û bandora leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê zêde dibe."
Eyup Barzanî destnîşan kir ku nelirêtiya malbata Barzanî li nava gel tê axaftin û got, "Bi taybetî rola rêveberên payebilind a di nelirêtiyê de tê axaftin. Zêdebûna hesabên wan ên li bankayan, kirîna malên nû, qezenca bi neheqî, destguhertina eraziyan, pereyên li Ewropayê... Yanî nelirêtiyeke mezin heye. Li her derê belav bûye, li her derê tê axaftin."
Siyasetmedar Barzanî bal kişand ser rewşa Edhem Barzanî ku dixwest bi wesîleya Cejna Qurbanê ji Rojhilatê Kurdistanê vegere Başûr lê belê destûr jê re nehate dayin û destnîşan kir ku beşek ji xelkê ku li hemberî vê krîzê aciz e li Behdînanê niha girtî ne. Barzanî got, "Edhem jî li hemberî vê rewşê mîna gelekan rexne kir. Ez dikarim bêjim ku temamiya rexneyên dikir rast in. Rexne li nelirêtiyê kir, hatin û operasyona leşkerên Tirk a li Başûr rexne kir. Ti Kurdekî xwedî rûmet û şerefê ne ji vê rewşê razî nîne. Yanî dagirker wê bêne welatê we û hûn ê jî piştgiriyê bidin wan. Ji ber vê yekê Edhem helwesteke tund nîşan da."
NABE KU REXNE LI AXA BÊ KIRIN, GOTINÊN WÎ NABE KU BÊNE REDKIRIN
Siyasetmedar Barzanî işaret bi aciziya rêveberiya Başûr a ji rexneyan kir û got, "Ji xwe re nekirine adet ku li rexneyên gel guhdarî bikin. Di vir de rastiyek heye. Qanûnên Dîwanxaneyê derbas dibin. Li Dîwanxaneyê axa biryara li ser her tiştî bi xwe dide. Mafê kesî nîne ku ji axa re bibêje 'Axa bisekine, ev şaş e'. Bi ti awayî ev mafê gel nîne. Li vir dema ku yek li ber neheqiyê radibe hingî li nava rêveberiyê nayê qebûlkirin. Lewma me dît ku astengî danîn pêşiya Edhem. Rêbazên mîna dûrxistina mirovan û birîna mûçeyan ji bo şikandina kesayetiya mirovan e."
Barzanî destnîşan kir ku Edhem Barzanî serê xwe li ber tiştekî jê bawer nake netewandiye, aciziya xwe bi rengekî eşkere aniye ziman û qala bûyerên bi serê siyasetmedarekî naskirî yê Kurd Cewher Namik hatibû, bi bîr xist: "Cewher Namik li nava PDK'ê kesayetekî naskirî bû. Di sala 1996'an de li ber wê yekê rabû ku leşkerên Saddam bi topan ketin Hewlêrê. Ji serokê partiyê re got, 'Eger hûn vê bikin ez ê îstifa bikim û li nava partiyê nemînim'. Piştre di nav de nema. Yanî Cewher Namik ji partiyê îstifa kir. Mebesta min ew e ku ev rêxistinî ti dengekî dijber ê ku li ber radibe qebûl nake. Yanî gotinên axa nabe ku bêne redkirin."
TIRK BÛNE AXAYÊ BAŞÛR
Eyup Barzanî li ser têkiliya navbera PDK'ê û dewleta Tirk jî ev tespît kir: "Di têkiliya navbera dewleta Tİrk û rêveberiya Başûr de, bi taybetî jî di têkiliya bi rêveberiya PDK'ê re kontrol di destê Tirkan de ye. Rêveberiya PDK'ê ne di wê astê de ye ku li hemberî Tirkan biryarekê bide. Yanî eger tu di vê têkiliyê de gelekî temsîl dike, tu berjewendiyên gel diparêze, tu rûmeta gelekî, neteweyekî temsîl dike û hurmeta li gelekî hebe, hingî li hemberî dewleteke mîna dewleta Tirk divê tu karibe sekneke cuda nîşan bide. Ez nabêjim bila biçe dijminatiyê li wê dewletê bike, yan jî têkiliyê bibire. Nexêr. Lê belê ne hewce ye ku biçe teslîm bibe. Yanî di navbera têkiliya bi dewletekê û teslîmbûna li dewletekê de gelek cudahî hene. Di vir de teslîmiyet heye. Teslîm bûye. Tirk çi bibêje ji bin fermana wan dernakeve. Ev jî rewşeke gelekî metirsîdar e. Eşkere ye. Mesela em kontrola balafirgehên li Başûr binirxînin. Balafirgeha Silêmaniyeyê heye, ya Hewlêrê heye. Têkildarî çûn û hatina li van herdu balafirgehan kontroleke cidî ya Tirkiyeyê heye. Her wiha li ser lihevkirinên têkildarî petrolê kontroleke xwe heye. Yanî li ser derxistina petrolê, bikaranîna wê, firotina wê, bi kurtasî li ser têkiliyên der barê petrolê û gazê de kontroleke xurt a Tirkan heye. Her wiha biryarên li ser diyarkirina buhayê wê, biryarên li ser şandina ji kê re, di bin kontrola Tirkan de têne dayin. Welhesil li ser aboriya Başûr kontroleke nebaş a Tirkan heye û ew bi rê ve dibin. Li hemberî vê jî helwesteke dijber nîşan nadin. Ji gelê xwe re dikarin bêjin na, lê ji Tirkan re nikarin bêjin na. Li dijî gelê xwe gelekî jêhatî ne. Li wir gelek leşkerên Tirk hene. Ji bo wan her tişt kirin. Welê kirin ku êdî ti astengî nikare bê danîn. Leşker diçin tên, balafir diçin tên, sîxur diçin tên. Her tiştî dikin. Veguheriye xakeke bêxwedî. Yanî il vir Tirk axayê Başûr e. Di rewşeke wiha de ev dwlet bi ti awayî hurmetê nîşanî te nade. Dewleteke welê ye; mînak destûra bingehîn a Tirkiyeyê gelek caran hate guhertin, lê belê ji sala 1923'an û vir ve li gel guhertinan hemûyan jî di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ti carî çand, ziman û dîroka Kurdan nehatiye destnîşankirin. Ji bo Kurdan ti gavek nehate avêtin. Dijminatiya li Kurdan ji wê rojê ve her tim dewam kir."
MEJIYÊ ŞOVEN Ê TIRK ÎRADEYA BAŞÛR XISTIYE BIN KONTROLA XWE
Siyasetmedar û nivîskar Eyup Barzanî diyar kir ku mejiyê şovenîst ê dewleta Tirk ê li ser Kurdan ne li Bakur, ne li Rojava ne jî li Başûr qet neguheriye û got "Vî mejî niha îradeya Başûr bi dest xistiye."
ÇARESERÎ BI DIYALOGA NAVXWEYÎ YE
Eyup Barzanî anî ziman ku nakokiyên nava partiyên Kurdistanî bi diyalogeke navxweyî dikarin bêne çareserkirin, lê belê eger di bin bandora dewleteke dagirker de be nikare biryareke serbixwe bide.
Barzanî destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê ti eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne û got, "Eger rêveberiya herêmê bi taybetî PDK'ê helwest nîşan bida û ji bo aramiya herêmê diyalog bi PKK'ê re danîbûya, wê encamek bi dest bixista. Weke min got, di vir de pirsgirêk ew e ku rêveberî di dayina biryarên siyasî de azad nîne. Lewma tifaqek nikare bê avakirin. Hincetan ji vê re diafirînin. Dewleta Tirk vê îdîa dike, ew jî gotinên dewleta Tirk dubare dikin'. Barzanî got, "Lê belê her tim çareyek heye ku Kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bike. Eger aqlekî baş bikeve dewrê, eger bi rengekî hemdem bifikire û bêguman eger azad be."