Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin

Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanên di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin red kir.

Di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn destgîrkirin û piştî 8 rojan sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin. Ji 22 kesan 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Piştî vê parêzerên rojnamevanan di 22'yê Hezîranê de serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê dabûn û xwestibûn rojnamevanên girtî bi awayekî negirtî bên darizandin.

Dadgeriya Ceza ya Sulhê piştî 18 rojan biryara xwe daxuyand. Dadgeriyê îtiraza ji bo girtina rojnamevanan red kir û biryara domandina girtina wan da.