HPG: Dagirkeran bombeya fosforê bi kar anîn

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye û gelek caran çekên kîmyewî bi kar tîne, vê carê jî bombeya fosforê bi kar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî da:

"Gerîlayên me ku xwe dispêrin mîrateya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an û xaka pîroz a Kurdistanê bi rengekî fedaî diparêzin, berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin. Artêşa Tirk ku sûcdarê şer e û nikare îradeya hêzên me yên bi ruhê milîtaniya Apoyî şer dikin bişikîne, bi bombeyên fosforê çeperên şer ên hêzên me bombe kir û careke din sûcê şer kir. Li gel van êrîşan jî di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 20 caran li dijî hêzên me çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anî, bi dehan caran bi obusan û çekên giran, 9 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10'ê Tîrmehê saet di 12:00 de dagirkeran xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bibarînin. Bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10'ê Tîrmehê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 16:20'î de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

10'ê Tîrmehê saet di 20:40'î de li dijî dagirkerên li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ku li nava xaka Başûrê Kurdistanê ye bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkerên di nava tevgerê de bûn hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Tîrmehê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Tîrmehê saet di 05:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

10'ê Tîrmehê saet di 12:50'î de artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombeya fosforê û teqemenî bi kar anî.

10'ê Tîrmehê çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Girê FM û Girê Hakkarî 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku hin ji çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê gewr bûn û bêhna dermanê şuştina kincan jê dihat.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran û balafirên şer;

10'ê Tîrmehê qadên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Girê cûdî û Girê Şehîd Piling ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

10'ê Tîrmehê qadên Gundê Guzê û Dola Şêranê yên Garê û qadên Şehîd Têkoşer Qehreman, Sîda, Şehîd Fedakar ên Zapê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."