Xizmên windayan di hefteya 700’î de ji bo Vedat Aydin kom bûn
Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Vedat Aydin kom bûn.
Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Vedat Aydin kom bûn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan di sala 2009’an de li Parka Koşuyolu ya Amedê dest bi çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” kiribûn. Çalakî, di hefteya 700’an de berdewam kir. Malbatên ku di hefteya 700’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin ba hev, careke din xwestin ku xizmên wan ên hatine windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dêrsim Dag û Îmam Taşçier, Hêzên Ked û Demokrasiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de anî ziman ku ev 700 hefte ne li Parka Koşuyoluyê aqûbeta windakiriyan dipirsin û wiha domand: “Em ji bo her kesên di nezaretê de hatine windakirin û bûn qurbaniyên cînayetên polîtîk, hiqûqê dixwazin. Di salên 90’î de sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin û di salên 2000’î de jî ev sûc bi destê darazê hatin nixumandin. Em, ji bo kesên têkoşîna edaletê didin re ne û di rêya Vedat Aydin de ne. Em di şexsê wî de hemû têkoşeran bi bîr tînin.”
Birayê Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî da zanîn ku dîtina faîlan tercîha dewletê ye û wiha pê de çû: “Heke dewlet faîlan nebîne, wê demê li vê derê tercîheke polîtîk heye. Di dosyeya Vedat Aydin de jî heman tişt derbasdar e. Ev bû 31 sal lê tu pêşketin çênebûn. Ev yek, nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka Kurdan nîşan dide. Cînayeta Vedat Aydin, li ser tercîha dewletê hatiye kirin û faîlê wê diyar e. Doz, kete ber demborînê. Dibe ku yên Mûsa Anter û Mehmet Sîncar jî heman aqûbetê bijîn.”
Endamê Komîsyona Windakiriyan Firat Akdenîz jî got ku ji sala 31’ê Çileya 2009’an heta niha bi israr daxwaza xwe ya dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan didomînin û wiha pê de çû: “Ne 700 hefte lê 7 hezar hefte jî derbas bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Yek ji nirxên mirovahiyê jî, mafê gor û şînê ye. Me gelek dixwest ku di vê Cejna Qurbanê de biçin ser gora xizmên xwe, duayekî bixwînin û qurnefîlekî deynin ser gora wan. Lê ev cejna me jî bi xemgînî derbas dibe. Em dixwazin şîna xwe ya nîvcoyî temam bikin.”
ÇÎROKA VEDAT AYDIN
Piştre jî serpêhatiya Serokê HEP a Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Serpêhatiya Aydin wiha ye: “Vedat Aydin di sala 1953’yan de li gundê Kurthaci yê Bismil a Amedê ji dayik bû. Di sala 1979’an de ji Beşa Wêjeyê ya Enîstîtuya Perwerdeyê ya Amedê mezûn bû. Di dema 12’ê Îlonê de hate girtin û 4 salan girtî ma.
Ji ber axaftina xwe ya bi Kurdî ya di 28’ê Cotmeha 1990’an a di 3’yemîn Lijneya Giştî ya ÎHD’ê de hate girtin. Di Hezîrana sala 1991’an de bû Serokê HEP’ê yê Amedê. Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de bi şev li deriyê wî hat xistin û kesên di destê wan de çek û laserk hebûn ku xwe weke polîs nîşan didan, bi hinceta ‘îfadeyê te dê were girtin’, Aydin revandin. Tevî hewldanên malbat û parêzeran jî nehat qebûlkirin ku ew hatiye destgîrkirin. Cenazeyê wî 7’ê Tîrmeha 1991’an de li navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin. Cenazeyê wî bi hovane hatibû êşkencekirin.
Cenazeyê Aydin di 10’ê Tîrmeha 1991’an de ji bo definkirinê anîn Amedê û ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Hêzên ewlekariyê gule li merasîma cenazeyê barandin û herî kêm 8 kes hatin qetilkirin. Parlamenter û rojnameger jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn. Di lêpirsîna cînayetê de tu pêşketin çênebûn. Hêj cînayet nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin.”
Piştî daxuyaniyê jî Xizmên Windakiriyan çalakiya rûniştinê li dar xist.