Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên li Geverê li xwe girtin

Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di 8'ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Rênas Oremarî yê li Rojava hate qetilkirin û Şehîdên 14'ê Tîrmehê li dijî du qereqolên polîsan çalakî hatine kirin û şer heta serê sibehê dewam kiriye.

Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê Geverê ya Colemêrgê saet di 02:30'î de li hemberî Qereqola Polîsan a 75. Yil a û navenda polîsên tîmên taybet ên li taxa Eskî Kişlayê, bi fîşekên hewayî, teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên ferdî çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî çalakiyê di navbera yekîneyên wan û polîsên dagirker de heta serê sibê şer qewimiye û hate gotin, "Tevî ku hejmara diyar nayê zanîn jî hate dîtin ku li herdu qereqolan gelek polîsên dagirker birîndar bûne ku birîna hinek ji wan giran e."

Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku yekîneyên wan ên çalakiyê piştre xwe gihandin qadên bi ewle.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakiya me ya serketî ji bo bîranîna fermandarê li Rojava hate qetilkirin A.rezak Kamerî (Rênas Oremarî) û Şehîdên 14'ê Tîrmehê hatiye lidarxistin. Soza me ye; em ê tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, em ê bîranîna wan bi serketinê tacîdar bikin."