HPG: 19 dagirker hatin cezakirin, 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN

HPG: Hêzên me ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê hin çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 jê payedar 19 dagirker hatine cezakirin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên gerîlayan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlayê me yê Azadiyê ku mîrateya fedaîtiyê û têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ku bi bilindkirina ala berxwedanê ya li Zîndana Amedê dîrok nivîsandin, derbên giran li dagirkeran dixin. Di encama çalakiyên ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê de tîmên me yên bitevger 2 jê payebilind bi giştî 19 dagirker ceza kirin, 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin, 1 helîkopterek jî hate derbkirin. Dagirkerên ku li hemberî gerîlayên me yên Azadiyê nekarîn encamên ku li bendê bûn bi dest bixin, 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 26 caran bi helîkopterên êrîşê û 5 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê û tunelên şer bombe kirin.

Agahiyên li ser çalakiyan û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

8’ê Tîrmehê li herêma Girê Şehîd Derwêş wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve demekê hat şopandin û saet di 10:50’an de dema hewl dida bi cih bibe bi çekên giran li wê hat xistin. Wesayît û çeperên ku di vê çalakiyê de hatibûn hedefgirtin hatin rûxandin û 10 dagirker jî hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

7’ê Tîrmehê saet di navbera 06:30-11:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Têkoşer ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî hedef hatin girtin. Dagirkerên ku li wan hatin xistin neçar man gavekê paşde vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 8’ê Tîrmehê saet 13.00’an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep a ku dixwest ber bi Qadên Berxwedanê ya Çemço ve biçe, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate derbkirin û li gel dagirkeran di hundirê wesayîta hedefkirî de hate rûxandin.

Di 9’ê Tîrmehê saet 02:40’î de helîkopterên êrîşê yên xwestine Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bomberdûman bikin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatin derbkirin û ev helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Di 8’ê Tîrmehê saet 12:30’an de komek tîmên bi tevger a dagirker ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xebatên çêkirina rêyan bi armanca dagirkeriyê pêk bînin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Piştî ku fermandarê vê koma dagirker hate tesbîtkirin, bi taktîka sûîqestê hate cezakirin. Dagirkerên ku hatin derbkirin, piştre neçar man ji herêmê derkevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 30’ê Hezîranê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîkên sûîqestê hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 5 û 8’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 8’ê Tîrmehê di navbera saet 09:00-17:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 car ji aliyê hêzên me ve hatine derbkirin.

Di 8’ê Tîrmehê saet 18:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerê payebilind hate cezakirin. Dagirkerên ku xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bi guleyan hatin derbkirin. Dagirkeran bi şev bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Di 8’ê Tîrmehê saet 17:00’an de dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Pîrdoxan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 8’ê Tîrmehê saet 21.40’an de 3 helîkopterên êrîşê yên ku Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe kirin, rastî derbeyên dijwar ên hêzên me hatin û li vir helîkopterekê derbe xwar. Helîkoptera ku hat derbkirin neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

8’ê Tîrmehê, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

8’ê Tîrmehê seet di 19.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran, ji aliyê dagirkeran ve carek bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

8’ê Tîrmehê saet navbera 19.00-22.50’yî, dagirkeran, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombekirin.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kiriye;

8’ê Tîrmehê dron li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriyan.

8’ê Tîrmehê, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, bi obus, hewan û çekên giran hat bombekirin.

8’ê Tîrmehê navbera saet 12.00-18.30’î, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

8’ê Tîrmehê navbera seet 22.00-23.00’an, dagirkeran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyeyê, 11 caran bi helîkopterên êrîşê bombe kir.

8’ê Tîrmehê navbiea saet 18.15-18.41’î qadên Xêrê û Dola Mêranê yên girêdayê Gareyê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 8 û 9’ê Tîrmehê de, Qadên Berxwedanê yên Çiyareş, Kokerê, Şikefta Birîndaran, Karker û Kurojahro, 11 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

8’ê Tîrmehê seet di 18.15’an de qadên Çemço û Sîdayê, 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.’’