‘Pergala ekolojiyê bi temamî tune dibe‘

Li Şirnexê li dijî talana xwezayê daxuyaniya hevpar hat dayîn û gotin: “Em dizanin ku ev polîtîka ne ji polîtîkayên şer ne qut in. Ne daristan lê pergala ekolojiyê bi temamî tune dibe. Heta em xwezaya xwe azad bikin em ê bitêkoşin.“

Li dijî birîna daran a bênavber a li herêma Besta ya Şirnexê didome, li Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê hat xwendin. Komeleya Hawirdorê ya Dersimê, Koopereratîfa Kedê, Komeleya 78’an a Amedê,Şaxê TMMOB’ê yê Amedê, Şaxê Egîtîm Senê yê Amedê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, Baroya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Dawiyê li qirkirina ekolojiyê û daran bînin” nivîsandî hat vekirin.

Daxuyanî, ji hêla endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrad Bîlgîç ve hat xwendin. Bîlgîç diyar kir ku divê demildest ber li birîna daran bê girtin û wiha got: “Daristan tenê ji daran pêk nayê, ew pergalek a ekolojiyê ya giştî ye. Ji ber vê bi kîjan sedemê dibe bila bibe, bi qirkirina daristanekê ya bi temamî an jî beşek ji daristanê, tenê dar tune nabin, pergala ekolojiyê bi temamî tune dibe. Di xala 169'emîn a maqeqanûnê de ev tê gotin; Dewlet ji bo parastina daristanan û ji bo geşbûyîna daristanan qanûnên pêwîst bi kar tîne û tevdîran digire.”

‘WÊ BERTEKÊN XURTTIR BIBÎNIN’

Bilgîç anî ziman ku qirkirina xwezayê ya ku li herêmê hatiye destpêkirin dibe sedema hiştina bênefes a herêmê û got: "Di daneyên fermî de tê gotin ku di heft mehan de ji sedî heştê daristanên li Şirnexê kêm bûne. Li gorî vê daneyê divê ji bo parastina daristanên Şirnexê baldarî û hewildayînek a taybet hebe, lê mixabin bi piştgirî û destûra dewletê li Şirnexê rojê bi hezaran dar tên qirkirin. Em vê qebûl nakin. Baş bizanin ku yên qesta hemû jiyanê dikin, ew ê her roj bertekek a xurtir li hemberî xwe bibînin. Mafê parastina jiyanê di hemû zagonên neteweyî û navneteweyî de cihê xwe girtine. Heke demildest pêşî li vê qirkirinê neyê girtin, ji bo parastina jiyanê çi pêwîst be em ê wê bikin."

‘HETA KU EM AZAD BIKIN EM Ê TÊBIKOŞIN’

Piştre li ser navê Platforma Hawirdorê ya Şirnexê Mûrat Ozbey axivî. Ozbey jî da zanîn ku xwezaya herêmê bûye qada rantê û ev tişt gotin: "Polîtîkaya xalîkirina mirovan ji Çiyayê Cûdî tê meşandin. Em dizanin ku ev polîtîka ne ji polîtîkayên şer ne qut in. Heta ku li vê herêmê polîtîkayên şer hebe û heta ku di van polîtîkayan de bê israrkirin, wê xwezaya me tune bibe. Em hişmendiya ku kolan û xwezaya vî bajarî li me qedexe dike carek a din şermezar dikin. Heta ku em xwezaya xwe azad bikin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.

EM Ê LI TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî axivî. Ozgûneş jî bi lêv kir ku li dijî talankirina xwezayê ew ê li têkoşîna xwe dewam bikin û got: "Li dijî şewitandina daristanan me dengê xwe bilind kir û li dijî birîna wan jî em ê dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku çeteyên dewlemend hin otelên din çêbikin ji wan re cih çêdikin. Ji ber vê jî  em li dijî qetilama xwezayê ya li Behra Reş, Mêrsîn, Şirnex, Colemêrg û Sêrtê ne.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên” Xweza jiyan e, jiyanê nekuje” bi dawî bû.