Li Rojhilatê Kurdistanê 2 zarok hatin qetilkirin
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 zarok ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 zarok ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Qalqele yê Merîwanê 2 zarokên 9 û 13 salî Hadî û Matîn Rashidimaneş, li ser rêya Khorram Abad hatin qetilkirin.
Di êrîşa hêzên dewleta Îranê de herdu zarokan jiyana xwe ji dest dan, dayik û bavê wan jî hatin destgîrkirin.