NPG'ê hêzên gerîla yên li Avaşînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber çalakiya 26'ê Tîrmehê ya li herêma Avaşînê ku di encamê de 7 dagirker hatin kuştin, hêzên gerîla yên li qadê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya çalakiya koordîneyî ya gerîla ya 26'ê Tîrmehê, ku li herêma Avaşînê hate lidarxistin, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama Fermandariya NPG'ê wiha ye:

"26'ê Tîrmehê tîmên tolhildanê yên Şehîd Serdem û Şehîd Sarya li qada Mamreşo ya Avaşînê bi rêbaza kemîndanînê çalakiyeke serketî ya koordîneyî kirin. Yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe, bi rêbaza baz ji du baskan ve lê dan, çûn ser cenazeyên dijmin, çekek MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kaleşnîkof), cîhazeke ragihandinê, kasatûrayek û 2 kumên leşkerî desteser kirin, 7 hêzên dijmin tasfiye kirin. Ev yek çalakiyeke encamgir bû. Gelekî girîng e ku li Qada Berxwedanê ya Mamreşo, tîmên tolhildanê yên bi tevger, taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî profesyonel bi cih tînin û ji nişka ve derba giran lê didin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola şehîdên me hate kirin ku li Keleha Berxwedanê ya Mamreşo bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Lewma nîşaneya dilsoziya bi şehîdan re ye. Ji ber vê yekê bû peyameke gelekî bi wate û di cih de. Di vê çalakiyê de tevî 3 leşkerên Tirk ên dagirker her wiha 4 kontrayên noker ên bêrûmetî û xiyaneta li gelê xwe tercîh kirin, hatin cezakirin. Ev yek jî bû bersiveke xurt ku nîşan dide, li Kurdistanê wê xiyanet ti carî bêceza neyê hiştin.

Bi çalakiya we careke din ispat bû ku li her devera Kurdistanê, bi taybetî jî li qada Avaşînê dema ku rêbaza şerê tîm ê bi tevger bi rengekî rast û afirîner bi cih hate anîn, wê encaman bi xwe re bîne. Di serî de tîmên bi tevger ên Şehîd Serdem û Şehîd Sarya ku ev çalakiya serketî pêk anîn, em hemû fermandar û hevalên şervan ên li eyaleta Avaşînê ji ber vê performans û profesyoneliyê pîroz dikin. Em hemû hevalên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bûne bi hestên şoreşgerî silav dikin û serketinê hêvî dikin."