Fermandarê ku bi jiyana xwe mîraseke mezin ji gelê xwe re hişt

“Dibe ku hevrê Îbrahîm qet nefikirîbû ku wê bi xayîntî û nemerdî bê şehîdkirin. Ji ber ku bi wî re egîdî, zelalbûn, mirovperwerî, kîn û hêrsa li hemberî dijmin û baweriya bêdawî bi hevrêyên xwe re hebû.”

Di rêziknameya PKK’ê de dema ku kadro tê pênasekirin ev gotin tên bikaranîn: “Divê kadro fedakar, berxwedêr, kedkar û wêrek be. Xwe bi zanistê gurçûpêç bike û li beramberî welatê xwe tije hezkirina bêdawî be.”

Ev peyv ne peyvên ku li ser maseyê û bi rengekî ezber hatinî nivîsandinin. Di rêziknameyê de pênaseya kadro bi li ber çav derbaskirina taybetmendiyên şehîdên PKK’ê hatiye nivîsandin.

Yek ji fermandarên PKK’ê yên fedakar, wêrek û li hemberî welatê xwe bêdawî evîndar bû Ramazan Toptaş ê bi nasnav Sari Îbrahîm bû. Ji sala 1982’an heta 2006’an weke gerîlayekî Kurdistanê tevlî gelek şeran bûye û bi hezaran ciwanên ku hatine çiyê weke gerîla perwerde kiriye. Mînak endamên Komîteya Navendî ya PKK şehîd Kasim Engîn û şehîd Kadrî Çelîk xwendevanên wî bûn.

PKK Sari Îbrahîm kî bû? Di dîroka PKK’ê de çi rol lîstiye? Xizmeta kîjan qadan kir û bû sedema çi encamê? Ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan û hevalên wî li ser wî çi gotin?

Ramazan Toptaş (Sari Îbrahîm) di sala 2006’an de di albûma Şehîdan de wiha tê nasîn: “Rêheval Sari Îbrahîm di sala 1962’an de li Êlihê ji dayik bû. Di sala 1978’an de dema diçû dibistana amadeyî tevlî PKK’ê bû. Piştî derbeya 12’ê Îlonê çû Lubnanê. Li vir tevlî amadekariyên PKK’ê yên ji bo vegera welat bû.”

Sari Îbrahîm, piştî kongreya II. PKK’ê ya di 20-25 Tebax 1982’an de hat lidarxistin, çû Başûrê Kurdistanê. Li vir bû yek ji gerîlayên yekemîn ku binesaziya têkoşîna gerîla ava kir. Yek ji pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan li ser vê mijarê ev agahiyan dide:

YEK JI QEHREMANÊN RÛPELA 15’Ê TEBAXÊ NIVÎSANDÎ BÛ

“Piştî konferansa yekemîn heval Mehmet Karasûngûr û heval Egîd çûn welêt. Piştî kongreya 2. em vegeriyan welêt. Di nava me de yek ji hevalên herî temenbiçûk jî rêheval Îbrahîm bû. Hevalekî pir zindî û bitevger bû. Her kesî jê hez dikir. Bi amadekariyên hatin kirin re piraniya hevalan derbasî qada Bakur bûn. Li wir bi amadekariyên wekî propaganda, çêkirina baregeh û keşfkirinê binesaziya şerê gerîla amade kirin. Wê demê pir kêm heval li Başûr man. Yek ji wan ez û heval Îbrahîm bûn. Em jî li Başûr li ser destgirtin û dîtina qadên perwerdeyê, propaganda û weşanê dixebitîn. Piştre heval Îbrahîm tevlî koma heval Egîd dibe û cihê xwe di amadekariyên 15’ê Tebaxê de digire. Bi vî awayî bû yek ji wan qehremanên ku hêvî da gelê Kurdistanê û ev rûpela paqij nivîsand.”

YÊ KARÊN HERÎ ZEHMET DIKIR

Fermandar Sari Îbrahîm ji sala 1982’an heta şehadeta xwe ya sala 2006’an li Bakur û Başûrê Kurdistanê û çiyayên Anadolûyê, li her qadên ku gerîla lê xwe bi cih kiribû, li dijî mêtingeriyê şer kir.

Li herêmên Botan, Amed, Dêrsim, Guneybatî, Amanos, Garzan, Behra Reş, Koçgirî, Derya Spî, GAP û Serhedê gav bi gav xebitî û van qadan ji bo têkoşîna azadiyê bi rêxistin kir.

Di dîroka PKK’ê de bû yek ji fermandarên gerîla yên bêhempa ku li van hemû eyaletan weke fermandar an jî şervan erk girte ser milê xwe bû. Di vî warî de weke dîroka zindî ya têkoşîna gerîla ya PKK’ê dihat pejirandin.

Yek ji damezrînerên PKK’ê Dûran Kalkan jî wî wiha pênase dike:

“Heval Sari Îbrahîm piştî Pêngava 15’ê Tebaxê bi heval Egîd re tevlî çalakiyên li Botanê bû û gel bi rêxistin kir. Di salên destpêkê de li herêmên Botan, Zagros û Behdînanê di nava gerîla de cih girt û bi cih bû. Tevî ku hevalekî ciwan bû lê herî zêde yê karê herî zehmet pêk anî heval Îbrahîm bû. kêrhatiya wî ya pratîkê, afirînerî û ahenga wî ya bi jiyana çiyayî re wî anî asta hevalekê ku her tim mirov lê bigere û bixwazin pê re bixebitin. Hevrê Îbrahîm kesayetiyekî ku bibû dîroka têkoşînê ye. Her tim di eniya milîtanî de cih girtiye. Yek ji pêşengên me yê ku em dîroka me ya Partî û hem jî ya leşkerî jiya û afirandî ye.”

HEVALÊN WÎ JÊ RE DIGOTIN ‘ZEHMETKÊŞ’

Hevrêyê wî yê têkoşînê û rojnamevan Seyît Evran wî wiha dide nasîn:

“Yek ji fermandarên ku gel û gerîla herî zêde jê hezkirin Sari Îbrahîm bû. Li qadên herî dijwar şer kir. Ji ber vê yekê hevalên wî jê re digotin ‘Zehmetkeş’. Nedixwast wêne û dîmenê wî bê kişandin. Rojekê min wî îqna kir û pê re hevpeyvînek çêkir. Wê demê li rex me re qaçaxçî derbas dibûn, di wê demê de got: “Rewşa aborî ya partiya me di destpêka salên 80’î de ne baş bû. Carinan me pere nedidît ku nan bikirin. Wê demê min barê qaçaxçiyan hilgirt da ku çend quriş bi dest bixim, em wek Tevger ji rojên ku nan peyda nedikir hatin asta îro, lê bi rijandina xwîna xwe, bi fedakirina canê xwe... Bêyî ku em bizanibin bêxewî, westandin an jî birçîbûn çi ye... Bêyî ku bêjin tariye, berf e, herî ye û bahoze, em meşiyan û hatin.”

LI DERYA REŞ, AMANOS Û TOROSÊ GERÎLA BI CIH DIKE

Rojnamevan-Nivîskar Sefkan Kobanê di derbarê Sari Îbrahîm de ev agahî dan:

“Heval Sari Îbrahîm gerîla li Behra Reş, Amanos, Toros û Koçgiriyê bi cih kir. Belkî pêşî çûbûn Koçgiriyê, lê gerîla nedikarî li wir bi cih bike. Piştî çûyîna Îbrahîm gerîla li Koçgiriyê mayînde bû. Yanî ew fermandarekî gerîla ye ku şer gihandiye aliyê Tirkiyeyê. Piştî salên 2000’î jî ev rol lîst. Mînak di sala 2004’an de bûye fermandarê yekemîn ê Erka Xweparastinê. Ev navend li bajaran milîsan birêxistin dike. Qada ku çalakiyên bajêr organîze dike ye. Heta bi Antalyayê li her deverê milîs birêxistin kir. Ji Ege heta Behra Spî, tîmên gerîla bi cih kir.”

Aliyekî din ê ku Sefkan Kobanê balê dikşîne ser jî aliyên hostatiya Sari Îbrahîm a di şerê gerîla de ye. Dibêje: “Wî aliyê xwe yê îdeolojîk ji Mazlûm Dogan girt û ruhê xwe yê leşkerî jî ji fermandar Egîd girt. Tevlî perwerdeyên Rêber Apo bû. Bi vê hêwina qawîm ava bû û bû yek ji fermandarên stratejîk ên dîroka şerê ku di sala 1984’an de dest pê kir. Di warê leşkerî de kesayetiya ku bin nakeve nîşan da. Ji ber ku di taktîkan de afirîner û nûjen bû û di şeran de her tim artêşa mêtinger têk bir, bû boriya nefesê gerîla.”

JIYANA WÎ BI DERSAN TIJE BÛ

Şehîd Kasım Engîn jî behsa “kesayetiya leşkerî ya qet bin nakeve” ya ku Sefkan Kobanê anî ziman dike. Kasım Engîn ku piştî şehadeta Sari Îbrahîm gotarek nivîsandibû ev agahî dide:

“Min di Gulana 1993’an de cara yekem li Çiyayê Engîzekê rêheval Sari Îbrahîm nas kir. Di wê salê de gelek şehîdên me çêbûn. Dema hat eyaletê yekem karê ku kir ew bû ku hemû rêyên deşîfrebûyî qedexe kir. Rêheval Îbrahîm ji Saha Rêbertiyê hatibû û Rêbertiyê ji me re gotibû rê, têkiliyên kevn, xet, qad, nuqteyên ku hatine bikaranîn, bi kar neynin. Her wiha gava ku hat yekem perwerdeya gerîla di pratîkê de da. Bi xwe noqteya ku em lê bûn kontrol kir. Kontrol kir bê ka noqte ji bo manevra, şer, kemînê guncaw e yan na. Her tim vê rêbaza gerîla bi kar anî. Mînak, carekê ji ber ku ew nuqte ji bo şer ne guncav dît, nîvê şevê telîmat da ku em wê derê biterikînin. Em ji nuqteyê derketin û bi saetan heta nuqteyeke din meşiyan. Heval Sari Îbrahîm ger ji nuqteyê hez bikiraba çeper çêdikir. Bêyî ku karan ji şansê re bihêle, digirte saxlemiyê.”

Kasim Engîn jî li ser kesayeta wî ya leşkerî ya qet bin nakeve wiha dibêje: “Di 6’ê Tîrmeha 1993’an de li navenda navçeya Îçme me çalakiyek li dar xist û yuzbaşî Ekînozû hat kuştin. Rêheval Sari Îbrahîm piştî çalakiyê hêza xwe girt û berê xwe da Koçdagî. Dijmin ji bo tolhildanê dest bi operasyoneke berfireh kir û hat Koçdagî. Lê gava ku ew gihîştin cihê ku heval lê bûn, erd ji cihê xwe hejiya. Di wî şerî de 25 leşker û 8 cerdevan hatin kuştin. Efserek û leşkerek dîl hatin girtin. Heval Îbrahîm bû ku ji serî heta dawî şer koordîne dikir. Wê demê min şêwazê wî yê dayîna şerkirin, bicîhkirin, arastekirin, dayîna piştgiriyê û parastin ku li qadeke teng bi dayîna berdewam a talîmatan ji her hevalekî re dît. Ev şêwaza serketî ya gerîlayê ku qada xwe yê lê dimîne li gorî xwe hilbijartî bû.”

Kasım Engîn her wiha dibêje, di zivistana wê salê de kesek reviya û bû îtirafkar. Di tevahiya wê zivistanê dijmin hewl da ku Sari Îbrahîm peyd bike. Kasım Engîn wiha pêde diçe, “Rêzeçiyayên Engîzekê çiyayekî ku zivistanê bi metreyan berf lê dibare ye. Her fermandarek nikarîbû li hemberî tundiya xwezayê û hêza leşkerî li ber xwe bide. Rêheval Îbrahîm ew şert û merc li gorî xwe zivirand û nehişt ku dijmin ti encamê bi dest bixe. Di vî warî de jiyana rêheval Îbrahîm tijî ders in.”

YÊ AMED KIR AMED E

Yekemîn fermandarê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kadrî Çelîk (Apê Hus) ê di 2’ê Tebaxa 2012’an de şehîd bû Sari Îbrahîm e. Kadrî Çelîk ê ku di şerên mîna Oremar û Bêzelê ya 2007’an û Zapê ya 2008’an de di warê stratejîk de encamên girîng bi dest xist û bi ser ket, wiha behsa fermandarê xwe yê yekemîn dike:

“Di sala 1989’an de li Amedê min xwe gihand hevalan. Wê demê li eyaletê heval Sari Îbrahîm hebû. Hejmara gerîlayan kêm bû. Bi min re axivî û xwest ez biçim metropolê. Ji min re got, ‘Divê em artêşa gerîla mezin bikin, em ciwanan bi rêxistin bikin û tevlî gerîla bibin’. Ez çûm salekê di wê qadê de xebitîm, di sala 1990’î de vegeriyam û tevlî gerîla bûm. Di zivistana 1990’î de me kampa xwe li Dorşînê ava kir. Weke mamosteyekî ji şêwazê tevgera gerîla heta jiyan û şerê wê piştgirî da me, hemû serpêhatiyên xwe bi me re parve kir, hevalê şehîd Remzî jî di wê demê de li wir bû, her duyan bandorek pir mezin li ser min kir. Me bi hevalê Îbrahîm re salên dirêj têkoşîn kir. Min ew di pratîkê de didît. Her tim di lêgerîna bidest xistina çeperekî nû de bû. Mînak di sala 1990’î de eyaleta Amedê hîn pêş neketibû. Hejmara gerîlayan kêm bû. Yek ji fermandarên me yên herî sereke ku Amed vekir û Amed kir eyalet Heval Îbrahîm e. Piştre ji eyaletê derket û havîna 91’ê li Çewlikê ma. Li wir pratîkeke wî ya pir bi bandor hebû. Herêma ku em jê re dibêjin Herêma 6’emîn vekir û em zivistanê dîsa li başûrê Mûşê hatin cem hev.

Dema behsa Heval Îbrahîm tê kirin yekem tişta tê hişê min ked e. Ew her tim li ser kar bû. Me jê re digot Zehmetkêş. Nikarîbû bisekine. Ew xwedî enerjiyek bilind bû. Wî ev enerjî bi aqilmendî xist pratîkê. Mînak xebatên saha Amedê di sala 92’an de fêkî dane. Ev hindekî bi pêşengiya heval Îbrahîm de çêbû. Di sala 1990’î de em 57 heval bûn. Di sala 1991’an de em gihiştin asta 500 hevalan. Di bihara 1992’an de heval Îbrahîm derket û çû Saha Rêbertiyê. Tê zanîn ku saha Amedê piştî Hezîrana 92’an pratîkeke pêşketî nîşan da. Di pêşketina vê yekê de di serî de hevalê şehîd Îbrahîm, keda hemû şehîdan heye. Lê mixabin piştî wê Zekî derket pêş. Li vir heval Îbrahîm kar dikir, dixebitî, diafirand lê xuya nedikir. Carnan heval jî dibêjin. Dibêjin, ‘Me xwest em hevpeyivînekê pê re çêbikin, lê wî nekir’. Ew qehremanekî bê nav bû!”

WEŞANÊ MEYMAN PIRTÛKEKÊ AMADE DIKE

Weşanxaneya Meyman niha li ser yek ji fermandarên bêhempa yê gerîla Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) pirtûkekê amade dike. Rêhevalê wî Perwer ku ji bo vê pirtûkê gotarek nivîsandiye, nirxandinên girîng dike û dibêje:

“Min di sala 1991’an de li Solhanê rêheval Îbrahîm nas kir. Em komeke nû bûn. Dema ku em çûn cem wî em westiyayî bûn, hinekî perîşan bibûn, bê tecrûbe û amator bûn. Ruh û halê me fêm kiribû. Bi tevger, axaftin û nêzîkatiyên xwe moral da me. Beriya ku em zanibin me westandin û bê moraliya xwe derbas kiribû, xwe ji hevalên xwe bilindtir û cuda nedidît. Refleks, nêzîkatî û zimanê wî dahûrîner bû. Ji ber vê yekê ji aliyê hevalan ve dihat hezkirin. Dijmin bi salan ji bo tinekirina wî li Amanos û Amedê li pey rêheval Îbrahîm ket, gelek operasyon kir, lê her carê bi ser neket. Ji ber ku heval Îbrahîm li gorî rêgezên gerîla tevdigeriya, helwesta wî ya li dijî tasfiyeya sala 2003’an jî gelekî milîtanî bû. Têkoşîna wî ya li hemberî Osman jî tê bîra min. Helwesteke pir zelal, milîtanî û şênber a wî hebû.”

Yek ji fermandarên mînak ên dîroka gerîla Ramazan Toptaş ê bi navê gerîlayî Sari Îbrahîm di 1’ê Tebaxa 2006’an de ji aliyê kontrayekî ku ketibû nava PKK’ê de şehîd bû. Gerîla Perwer ku yek ji şagirtên wî ye wiha dibêje:

“Hevalê Îbrahîm dixwest ku bi qehremanî, rû bi rû û di şerê sîng bi sîng de şehîd bibe. Dibe ku hevrê Îbrahîm qet nefikirîbû ku wê bi xayîntî û nemerdî bê şehîdkirin. Ji ber ku bi wî re egîdî, zelalbûn, mirovperwerî, kîn û hêrsa li hemberî dijmin û baweriya bêdawî bi rêhevalê xwe re hebû. Kesayetiya wî ya zelal, helwesta wî ya milîtanî û israra wî ya di xeta Apoyî de mîrateya herî mezin e ku ji me re hiştiye. Bilindkirina ala ku wî bi salan li çiyayên Kurdistanê hilgirt weke erkek li pêşiya me ye. Em soz didin ku emê bîranîna rêheval Îbrahîm di helwest û pratîka xwe de bidin jiyankirin.”