Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê banga hesab pirsîna ji fermanê kir

Saziya Malbatên Şehîdan bi wesîleya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek weşand û got, “Îro em ê berxwedanî û yekîtiya xwe li hemberî van listokên ser Şengalê û civaka me tên meşandin bisekinin.”

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi wesîleya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku civaka Êzidî di 74 rermanan re derbas bûye û tu hêz hesabê van komkujiyan nexwestiye û wiha berdewam kir:

“Fermana herî dawî jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bû. Ev 8 sale li ser fermana 2014’an re derbas bû. Di fermana 2014’an civaka me ya Êzidî rastî komkujiyek mezin hat. Civak me li welatên cuda cuda belav bû, koçberbûn çêbû. Bi hezaran jin, zarok kal û pîrên me hatin qetilkirin, jin di bazaran de hatin firotin û hîn jî aqubeta gelek kesan nediyare. Em hemû jî dizanin kî bû sedema vê komkujiyê û ev civak rû bi rûyê tinebûnê re hat hiştin. Li ber çavê hemû cîhanê PDK’ê di bin navê em ê we biparêzin pişta xwe da me û reviyan. Ev milet bê parastin hişt û ev civak di destê çeteyên DAÎŞ’ê ya hov de hat berdan. Niha jî dibêjin me Şengal parast û em ê vegerin Şengalê. Gelo bi çi rûyî vegerin Şengalê. Berî fermanê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bû, lê di dema fermanê de yek jî nema û reviyan. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi 12 siwariyan bi hawara me ve hatin û ev gel ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Îro bi saya gerîla û hemû şehîdên di oxira vê axê de canê xwe ji dest dan û şehîd ketin em niha li ser vê axê hebûna Êzidatiyê berdewam dikin.”

FERMANA 2014’AN BERDEWAM DIKE

Di daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan de hat destnîşan kirin ku hêj fermana 2014’an berdewam dike û ev tişt hat gotin, “Her roj civaka me ya Êzidî rastî êrîşan tê. Dixwazin destkeftiyên ku me bi saya şehîdan di Şengalê de avakirin tine bikin û me dîsa vegerînin berî fermanê. Îro şerek taybet li ser vê civakê didin meşandin, dixwazin Êzidiyan bi destê Êzidiyan bidin kuştin, belav bikin û li ser axa wan a qedim qut bikin. Lê em vê didin diyarkirin ku em ne Êzidiyên berê ne ku her kesê bixwaze were Şengalê me bi rê ve bibe. Îro em bi hêz bûne û xwedî li şehîdên xwe û şehîdên fermanê derdikevin.

Hêza ku bû sedema qetilkirina bi dehhezaran xelkê me yê Êzidî êdî em qebûl nakin û divê hesap ji wan kesên bûne sedema vê komkujiyê bê xwestin.”

Di berdewam daxuyaniyê de banga xwedî derketina li şehîdan hat kirin û wiha dom kir, “Ger em yekitiya xwe ava nekin, em ê her roj bi komkujî û tinebûnê re rû bi rû bimînin. Fermana 2014’an bû sedema belavbûna civaka Êzidî, lê piştî fermanê vê civakê xwe rêxistin kir û bû xwedî îradeyek mezin.

Bila xelkê me yê Êzidî li hemberî listokên ser tên meşandin şiyar bin. Bila xwedî li xwe derkevin û xwedî li şehîdên xwe yên fermanê derkevin. Li şûna ku em ji yên xeynî xwe re bikin di vê em di serî de ji xwe re bikin û bîrînên xwe bi xwe derman bikin. Bila hewldanên me ji wan keç û zarokên ku hîn jî di destê DAÎŞ’ê de ne hebe ku wan rizgar bikin. Ev 8 sale hîn bi sedan gorên komî hene ku nehatine vekirin. Kes behsa van gorên komî nake. Hîn jî behsa jenosîda li ser civaka Êzidî nayê kirin û naxin rojev jî. Baş e gelo kî wê hesabê vê fermanê bide. Lewma em bang li hêzên navnetewî dikin ku hesab ji van kesên bûne sedema kuştin û jenosîda Êzidiyan bixwazin. Em hesabxwestinê dixwazin.

Îro em ê berxwedanî û yekîtiya xwe li hemberî van listokên ser Şengalê û civaka me tên meşandin bisekinin. Me di Şengalê de şer kir û di ber vê axê de bi hezaran şehîd dan. Lewma heqê ti kesê nîne ku îro bêje em xwediyê Şengalê ne û me Şengal rizgar kir.

Em weke Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê dubare bang li her kesê ku xwedî şeref dikin 3’yê Tebaxê ji bo cangoriyên xwe yên fermanê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin, hesap ji wan kesan bixwazin û di wê rojê de her kes deqeyek li ser ruhê şehîdên 74 fermanan rêz bigire.”