CPT: Dewleta Tirk êrîşa li Ranyayê pêk anî

Komên Aştiyê yên Xirîstiyan (Chrîstîan Peacemaker Teams-CPT), ragihand ku di 1’ê Tebaxê de li Ranyayê êrîşa li dijî wesayîtê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

CPT’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Ranyayê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li ser rêya Çarqûrne-Ranyayê dewleta Tirk bi balafirên bê mirov û biçek êrîşê wesayîtekê kir û di encamê de kesekî 25 salî birîndar bû.”

Her wiha CPT’ê anî ziman ku li gorî îfadeyên şahidan, di êrîşê de kesekî din jî birîndar bûye lê akûbeta wî nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker roja 20’ê Tîrmehê li gundê Perex ê turîstîk a Zaxoyê turîstên Ereb bomberan kiribû, di vê komkujiyê yek jê pitik 9 kes hatin qetilkirin û 33 kes jî birîndar bûn.