Rewşa girtiyên Behdînanî yên di greva birçîbûnê de xerab e

Li Hewlêrê, rewşa girtiyên Behdînanî yên tevî biryara dadgehê nayên berdan ber bi xerabiyê ve diçe.

Piştî ku dadgeha Hewlêrê biryara berdana hinek ji girtiyên li Behdînanê da, li gorî biryarê diviyabû di roja yekem a Cejna Qurbanê de bihatina berdan, lê bêyî hincet biryar hat rawestandin. Li hemberî vê yekê 22’yê Tîrmehê nêzîkî 60 girtiyên Behdînanê, dest bi rojiya mirinê û birçîbûnê kiribûn.

Destpêkê girtiyên Şêladizê yên bi navê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, dest bi rojiya  mirinê kirine. Piştre hat ragihandin ku jimara girtiyên dest bi grevê kirine gihiştiye 60 kesî.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê bi dest xistîn tendurustiya hinek girtiyên dest bi grevê kirine xirab e. Metirsî li ser jiyana wan heye. Şevê din tendurustiya Nêçîrvan Bedîe ku xelkê Şêladizê ye ji ber ku ji zû de ye xwarin nexwariye xwîn ji pozê wî tê. Nêçîrvan tevî vê jî dev ji greva birçîbûnê bernedaye û heya niha jî tîmek a tendurustiyê serdana girtiyan nekiriye.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê hat diyarkirin ku girtiyên Behdînanê tenê roja Yekşemiyê, bi tenê bi saetekê dikarin biçin hewşa girtîgehê. Lê girtiyên Behdînanê yên di grevê de ev jî jî red kirine. Wan biryar daye ku di hucreyan de heya mirinê li greva xwe dewam bikin.

Di çend rojên buhurî de Seroka Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Mûna Yaqûb komîteyek a di bin serokatiya Endamê Komîsyonê yê bi navê Silêman Muhsîn Sindî ku endamê PDK’ê ye ji bo serdana girtiyên Behdînanî yên di greva birçîbûnê de ne bike û lêkolîna rewşa tendurustiya wan bike destnîşan kir.

Lê belê yek ji xizmên girtiyan ji Rojnews’ê re axivî û got: “Piştî lêkolîna komîteyê agahiyên şaş ji Seroka Mafê Mirovan re hatine ragihandin.”