Malbata Şenyaşar 512 roj in li hemberî zilmê li ber xwe didin

Malbata Şenyaşar a ku di sala 2018’an de xizmên wan hatibû qetilkirin, 512 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê li ber xwe didin.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribû.

Çalakî ji 9’ê Adara 2021’an ve didome. Malbata Şenyaşar di roja 512’emîn a nobetê de hate pêşiya edliyeyê û li ser dêrencekên avahiyê dest bi çalakiyê kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam weşand “Kesên dibêjin em heta li pirsgirêkên gelê Rihayê guhdarî bikin, nabe ku vê zilma li ber deriyê edliyeyê nebînin. Bêalîbûna li hemberî zilmê tê wateya îxaneta li mirovahiyê.”