HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, gerîlayek şehîd bû

HPG'ê got, "Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, di encama çalakiyan de 15 dagirker ceza kirin." HPG'ê diyar kir ku gerîla Serhed Zîlan jî şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê van rojên dawî ev agahî parve kir:

"Hêzên me ku bi berxwedaneke dîrokî derba mezin li dagirkeran dixin û dikin ku dagirker nikaribin xwe bilivînin, çalakiyên xwe yên bi bandor dewam dikin. Di van çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin kirin, hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih tînin. Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, di encama çalakiyan de 15 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Serhed Zîlan ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya herêma Metînayê derbên giran li dagirkeran xist û birîndar bû, gihîşt asta şehadetê.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 36 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00-13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger, dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe û lê dan. Di çalakiyên li vê qadê de ku bi çekên ferdî û sûîqestê hatin kirin, herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Bi pêşengiya hevrêyê me Serhed Zîlan saet di 17:30'î de hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi ser dijmin ve çûn û 4 dagirkerên din ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di vî şerê giran de hevrêyê me Serhed ku pêşengî ji çalakiyê re kir û bi rengekî fedaî bi ser dijmin ve çû û derbên giran lê xist, bi giranî birîndar bû. Li gel destwerdana lê hate kirin jî fermandarê me yê fedaî û milîtanê leheng ê Rêber Apo hevrêyê me Serhed Zîlan tevlî nava lehengên nemir bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Serhed ê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Serhed Zîlan
Nav paşnav: Şehriyar Kudekistanî
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Gulistan-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2022 / Metîna

PKK pêngava gelekî ye ku li ber qirkirinê bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand û derkete ser dika dîrokê. Gelê Kurd ê ku di asta înkarkirina xwe bi xwe de bû, bi pêla berxwedanê ya ku PKK'ê li Zindanên Amedê da destpêkirin û bi lez li çar parçeyên Kurdistanê belav bû, gihîşt nasnameya xwe ya rasteqîn. Têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê ku îro li tevahiya cîhanê bûye hêviya azadiyê ji gelên bindest hemûyan re, nîşaneya keda şehîdên me yên nemir e ku ev kevneşopiya pîrozbahiyê bi şerekî fedaiyane afirandine.

Ev kevneşopiya esîl a PKK'ê afirand, bi pêxistina agirê berxwedanê re nifşekî ciwanan ê Apoyî ava kir ku xwedî li rûmeta xwe derdikeve û berê xwe li azadiyê ye. Hevrêyê me Serhed jî di nava vê kevneşopiyê de mezin bû û ji bo armanca azadiyê ya gelê me pêk bîne bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me li bajarê berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê li makûyê ji dayik bû û mezin bû. Li nava malbateke welê mezin bû ku bi keda xwe debara xwe dikir û dilsozê nirxên jiyana pîroz a bi hezaran salan a gelê me ye. Hevrêyê me xwedî wê şensê bû ku zû PKK'ê nas bike. Şahidî ji zext û êrîşên dewletên mêtinger ên li ser gelê me kir, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ev rewş ti carî qebûl nekir û dest bi lêkolînkriina derfetên têkoşînê kir. Di vê pêvajoyê de derfet dît ku PKK'ê û felsefeya Rêber Apo baştir nas bike û têgihişt ku azadiya gelê me tenê bi serxistina têkoşîna gerîla dibe.

Hevrêyê me ku sala 2016'an beşdarî nava refên gerîla bû, piştî ku perwerdeya şervanên nû temam kir, derbasî herêma Heftanînê bû û pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li vê qadê kir. Di demeke kurt de bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan, bi kesayetiya xwe ya kedkar timî li pêş bû û bi daxwazeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Timî hewl da xwe bi pêş ve bibe û ji xwe re girîng didît ku felsefeya Rêber Apo ji jiyana şehîdên pîroz hîn bibe. Hevrêyê me Serhed ku rastiya şehîdan hîn bû û hewlda hînî hevrêyên xwe bike, gelekî bi pêş ket. Bi qasî qada îdeolojîk li qada leşkerî jî hewl da xwe bi pêş bixîne û di taktîkên gerîlatiyê de bû pispor, di xeta fermandariya serdema nû de bi gavên bi lez meşiya. Hevrêyê me bi vê tecrûbeya gerîlatiyê derbasî herêma Metînayê bû û weke fermandarekî ciwan pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bû xwedî sekneke mînak.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêma Metînayê kir cihê xwe li refên herî pêş girt û bû şopdarê xeta berxwedanê ya lehengên Zendûrayê ku bi pêşengiya hevrêyê me Hêjar hate destnîşankirin. Hevrêyê me Serhed ku tevlî gelek çalakiyan bû û bêrawestan li ber dijmin rabû, mînaka şênber a fedaîtî û fedakariyê bû. Piştî ku dewleta Tirk a mêtinger 14'ê Nîsana 2022'an li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrîşên ji bo dagirkeriyê kir, li refên herî pêş şer kir û bû yek ji wan pêşengan ku derba destpêkê li dagirkeran xist. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rêxistin kir û veguherand çalakiyên bi bandor. Hevrêyê me Serhed li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di birêxistinkirina berxwedanê û lidarxistina gelek çalakiyên bi bandor de bi rola pêşengiyê rabû. 26'ê Tîrmehê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, kir ku 12 dagirker bêne cezakirin û derbeke giran li artêşa Tirk a faşîst xist. Di çalakiya dawî de tevî ku bi giranî birîndar bû jî heta kêliya dawî bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû.

Hevrêyê me bi lehengî şer kir û bû milîtanekî mînak ê xeta fedaîtiyê. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ruhê fedaî yê hevrêyên xwe ji xwe re bikin mînak û têkoşîna xwe bi ser bixînin.


         


        

DI ÇALAKIYÊN SEKVANIYÊ DE 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

31'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

31'ê Tîrmehê saet di 22:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

1'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

31'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer;

31'ê Tîrmehê li drone li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê geriya.

31'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîda 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

31'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Hakkarî û Girê Cûdî 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

31'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Çemço bi dehan caran bi çekên giran hatin bombekirin."