KCK: Em Îmam Huseyîn li hemberî Yezîtan di têkoşînê de bidin jiyîn

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyanî da û diyar kir hemû kesên alîgirên heq û heqîqetê ne, divê îro li hemberî Yezîtan li ser xeta hemdem a Huseynî bin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê derbarê meha rojiya şînê ya ku Misilmanên Şîî û Elewî digirin daxuyaniyek da. Ji ber ku 12 îmamên ku tê diyarkirin ji eslê Ehl-î Beyt in ên ku 5 heb jê ji aliyê rêveberiya Emeviyan û 7 jê ji aliyê rêveberiya Abbasiyan li Kerbelayê hatin şehîdxistin, ev rojî tê girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Elewî û Misilmanên Şîî dema Huseyîn û hevalên wî bi bîr tînin ev tişt tê wateya ku zalimtiya li Kerbelayê ya ku di meha Mûharremê de hatiye kirin jî, neyê jibîrkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Misilmanên Şîî û Elewî ketin meheke din a Mûharremê. Bi bîranîna têkoşîna heq û edaletê ya ku Hz. Huseyîn li hemberî zalimtiyê kirin, dest bi rojiya Mûharremê kirin. Tevgera me jî diyar dike divê trajediyên civakî û baweriyê yên wisa careke din neyên jiyîn û divê neheqî û zilmên pêk hatine jî bi dawî bibin. Em bang li hemû kesên alîgirên heq û heqîqetê dikin ku, divê îro li hemberî Yezîtan li ser xeta hemdem a Huseynî bin.

HÊ JÎ YEZÎT GEFAN LI SER ELEWIYAN DIXWIN

Kerbela, rojî û rojên şînê tê wateya bîranîna ku Elewî û Misilmanên Şîî Huseyîn û hevrêyên wî bi bîr tînin û di heman demê de zalimtiya di meha Mûharremê de ya li Kerbelayê jî nedin jibîrkirin. Berxwedana li Kerbelayê û helwesta Hz. Huseyîn îro herî zêde bang li Elewiyan dike ku bibin Huseynî. Ji ber ku Yezîtên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin di warê bawerî û civakê de gefan li ser Elewiyan dixwin, li ser Elewiyan zext û şîddetê dikin. Dewleta Tirk a ku nûnerê kelepora Yezît e, di dîrokê de gelek caran Elewî qetil kirine. Qirkirina çandî ya li ser Elewiyan û êrîşên asîmîlasyonê ji her demê zêdetir bi tundî tên kirin. Îro jî li ser Elewiyan qetlîameke mezin heye û divê were dîtin ku rewşên xeteretir wê were jiyîn. Ji ber van tiştan vê meha Mûharremê ya ku em ketinê, ji bo Elewiyan di rewşeke xerabtir de hatiye destpêkirin. Ji ber ku Tirkiye ji aliyê feraseta Yezît tê birêvebirin ev xetere pêk tên. Elewiyên ku van xetereyan dibînin em bawer in divê bîranînên meha Mûharremê, îbadet û xizmeta xwe û yekîtiya xwe xurttir bikin û di nav têkoşîna demokrasiyê de refên xwe xurttir bikin.

LI HEMBERÎ ZALIMAN HELWESTA LI SER XETA HUSEYNÎ

Elewî li ser xeta têkoşîna wêrek û fedakarî ya Îmam Huseyîn dikarin xetereya li ser bawerî, çand, ziman, hebûn û azadiya xwe bişkînin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû Elewiyan dikin ên ku helwesta Huseynî li ser axa Rojhilata Navîn wekî têkoşîna azadî û demokrasiyê, ruh, bawerî û bîra wê dibînin, li ser xeta Huseynî li hemberî zaliman helwesta xwe diyar bikin. Em bang li kesên ku Îmam Huseyîn wekî rêberê xwe dibînin dikin ku bila bibêjin heke zilma zaliman hebe wê her dem Huseyînên mazlûman jî hebe. Tevgera me li ser wê baweriyê ye ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a ku dijminatiya gel û baweriyan dike, tê wateya domandina kelepora Kerbelayê. Ji ber vê têkoşîna li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku serkêşiya Yezîtê dike, tê wateya nûjenkirina rastiya Huseynî ya têkoşîna demokrasiyê.

RÊ Û CEWHERÊ ELEWÎTIYÊ BERXWEDAN E

Li her cihên ku Yezît lê hene, divê Elewî ji ber baweriya xwe bi awayekî xurt tevlî têkoşîna demokratîk bibin. Em bawer in wê Elewî jî berxwedana li Kerbelayê ya di vê Mûharremê de bêtir bi bîr û baweriyê bi bîr bînin. Baweriya Tevgera me ev e têkoşîna civakeke ku berxwedana Kerbelayê bi berxwedanî bi bîr tîne û ji bo ku bîranîna wê îbadetê dike, divê ev be. Em dixwazin balê bikişînin ser vî tiştî ku rê û cewherê Elewîtiyê ev e. Aliyê refên ku berxwedana li Kerbelayê dimînin, her dem bûye têkoşîna azadî û demokrasiyê. Em bawer dikin hemû kesên ku berxwedana li Kerbelayê wekî heq û heqîqet dizanin, berxwedana li hemberî Yezîtên hemdem jî xizmeta herî pîroz e.

BÎRANÎNA WAN DI TEVGERA HUSEYNÎ YA HEMDEM DE DIJÎ

Di vê meha Mûharremê de ya ku dest pê kiriye bi wesîleya îbadet, bîranîn û şîngerandinê em careke din niyaz dikin ku kesên Îmam Huseyîn di dilê xwe de hîs dikin wê rojî û xizmeta wan di deftera heqiyê de were nivîsandin. Em bang li hemû dildarên Huseyinan, Hz. Huseyîn û hemû canên şehîd bûne dikin ku li hemberî zilmê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Bi vê wesîleyê em wekî tevgera hemdem a Huseynî diyar dikin ku bîranîna wan di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dijî, em bang li hemû kesan dikin ku bila tevlî nav refên demokrasî û têkoşîna azadiyê bibin, li hemberî kelepora Yezît a ku hewl dide gelan, çandan, baweriyan, jinan, derdorên demokratîk û çepgir qir bike jî berxwedanê geş bikin.”