HPG: Bi lehengî şer kirin, bi qehremanî şehîd ketin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, “Her tiştên xwe feda kirin û jiyana xwe di ber doza azadî û hebûnê ya gelan de dan. Bi rengê derwêşan jiyan, bi fedaîtî têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê meşeke bênavber a azadiyê ye ku bi ked û xwîna şehîdên me yên nemir hatiye avakirin. Mîrateya mirovahiyê ya bi rûmet ku di herikîna dîrokê de ji aliyê berxwedêrên li dijî zilmê ve hatiye afirandin, bi felsefeya Rêber Apo re di şexsê gelê Kurd de careke din şênber bûye. Di demekê de ku li Kurdistanê êrîşên herî giran û li dijî mirovahiyê dihate kirin û gelê me gihîştibû wê astê ku xwe înkar bike, Rêber Apo û şopdarên wî herikîna dîrokê guherandin, mînakeke kêmdîtî ya wêrekiyê nîşan dan. Meşa azadiyê ya ku bi komek ji şoreşgeran destpê kir, îro veguheriye tevgerekê ku berê bi milyonan mirovî daye azadiyê û bûye hêviya gelên bindest. Têkoşîna me û nirxên pîroz ên gav bi gav bi zor û zehmetiyên giran hatine afirandin, bûn berhema her dilopa xwîna ewladên leheng û fedakar ên Kurdistanê.

Hevrêyên me Ahmed, Cemîl û Rûbar ku ewladên herî bijarte û hêja yên gelên Kurd û Ereb bûn, ji bo yekbûna gelên Rojhilata Navîn û jiyaneke azad û wekhev canê xwe feda kirin. Her tiştên xwe feda kirin û jiyana xwe di ber doza azadî û hebûnê ya gelan de dan. Bi rengê derwêşan jiyan, bi fedaîtî têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn. Hevrêyên me Ahmed, Cemîl û Rûbar ji mînakên herî bijarte yên jiyana milîtanî û bi ruhê fedaî bûn. Di serî de malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê ji gelên xwe yên Kurd û Ereb re dixwsazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ahmed Rûbar

Nav paşnav: Mehmet Erdogan

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Fatma-Husnu

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cemîl Cûdî

Nav paşnav: Mehmet Taha

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Dayik-Bav: Yûsra-Zekeriya

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rûbar Batman

Nav paşnav: Omer Orhan

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Seyran-Mahsûn

Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

AHMED RÛBAR

Hevrêyê me Ahmed Rûbar di dema xwendina xwe ya lîseyê de têkoşîna me ya azadiyê nas kir û ji roja destpêkê ve tevlî nava refên lêgerînerên azadiyê bû. Wê dema ji têkoşîna giran, ku gelê me bi serhildanan bi rengekî çalak tevlî têkoşînê dibû û ji bajaran silav dida gerîla, hevrêyê me li dijî mêtingeran ji bo hêviya azadiyê ya gelê me helwest nîşan da û bi enerjiyeke mezin tevlî nava kar bû.

Di salên 1988-1990’î de ku bi wekîltî mamostetî dikir, cihê xwe di nava karên ERNK (Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê) cih girt û ji bo zanekirina gelê me û tevlîkirina li nava refên têkoşînê bi roleke mezin rabû. Di dema vî karî de dîl kete destê dagirkeran û demekê li zîndana mêtingeran a li Erzînganê ma. Li gel temenê xwe yê ciwan xwedî hişmendî û danheviyeke mezin a berxwedanê bû û di nava her şert û mercî de serê xwe li ber dagirkeran netewand. Piştî ku ji zindanên dewleta Tirk derket di sala 1991’ê de bi komek ji hevalên xwe tevlî nava refên gerîla bû, ku armanca wî ya zarokatiyê bû. Hevrêyê me li Xakurkê tevlî perwerdeya şervanên nû bû û derbasî Botanê bû. Li Botanê ku qibleya gerîla ye li gelek qadan gerîlatî kir. Şehadeta hevrêyên ku bi hev re tevlî nava refên gerîla bû, bandoreke mezin li hevrêyê me Ahmed kir û bi dilsoziya bi bîranîna şehîdên me, bilindkirina têkoşînê ji xwe re kir armanca esasî.

Piştî tecrûbeya destpêkê ya gerîlatiyê ku li Botanê wergirt, sala 1997’an derbasî Qada Rêbertî bû û bû mêvan li dora sifreya rojê, xwe ji nû ve afirand. 9 mehan li gel Rêber Apo ma û ji bo têgihiştina Felsefeya Rêbertî kete nava kûrbûneke mezin. Dema li Qada Rêbertî derbas kir weke pêvajoya diyarker a jiyana xwe pênase kir û bÎranînên wan rojan qet ji bîr nekir. Ji bo Rêbertî bi hevrêyên nû bide naskirin her tim hewl da. Hevrêyê me perwedeya ji Rêbertî wergirt ji bo xwe kir bingeha jiyana xwe ya şoreşgerî û di şoreşgeriya xwe ya bênavber de hewl da hêjayî keda bêdawî ya Rêber Apo bibe.

Piştî perwerdeya li Qada Rêbertî wergirt, bi coş û moraleke mezin salên dûr û dirêj li qada Zagrosê derbas kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Li her bihosta Zagrosan geriya, gerîlatî lê kir û li her qadê cihê xwe di refên herî pêş ên çalakiyên li dijî dagirkeran de girt. Hevrêyê me Ahmed bi eşqeke mezin bi Zagrosan hate girêdan. Hevrêyê me bi salan di nava şert û mercên herî giran de gerîlatî kir, ji bo bicihanîna armanca azadiyê ya gelê me kete nava hewldanên mezin, bi sedan şervan û bi dehan fermandar gihand. Bi kesayetiya xwe ya ji dil, kedkar û durust li her qadê xeta partiyê temsîl kir û mîsyona pêşengiyê bi rengekî serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Ahmed Rûbar ku bû fermandarekî şareza, sala 2006’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî herêma Serhedê bû. Hevrêyê me weke şervanekî azadiyê û fermandarekî şareza li cih û warê lê ji dayik bû vegeriya, bi sebreke bêdawî û îradeyeke mezin gerîlatî bi serketî dewam kir.

Di serî de Xakurkê, Zap, Avaşîn, Garê û Metîna li her bihosta xaka Kurdistanê gerîlatî kir, tecrûbeyên xwe da hevrêyên gerîla yên ciwan, ji bo wan şareza bike gelekî hewl da. Hevrêyê me Ahmed Rûbar gerîlatiya serdema nû di şexsê xwe de şênber kir û pêşengiya wê ya pratîkî kir. Li cihên cuda wezîfeya fermandariya eyaletê bi rengekî serketî bi cih anî. Fermandarê me yê nemir û hevrêyê hevrêyan, şopdarê xeta şehîdan hevrêyê me Ahmed Rûbar wê bibe misogeriya paşeroja azad a kevneşopiya têkoşînê ku bi kedeke mezin xurt kir.

CEMÎL CÛDÎ

Hevrêyê me Cemîl Cûdî li Dêrazorê ji dayikbû, li nava malbatekê mezin bû ku li dijî zilmê timî li ber xwe dida û bi keda xwe debara xwe dikir. Weke ciwanekî Ereb ê dilsozê xaka xwe, serî li ber zextên dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê netewand û têkoşiya. Hevrêyê me Cemîl gelek ciwanên Ereb tevlî nava refên têkoşînê kir. Piştî ku demekê li zîndanên DAÎŞ’ê dîl hate girtin, berxwedana xwe hîn bi biryardarî dewam kir. Di vê pêvajoyê de ku hemû hêz ji tirsa li ber DAÎŞ’ê çok ditewand, hevrêyê me Cemîl şervanên azadiyê nas kir ku bi felsefeya Rêber Apo li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin û yekser tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me dît ku paşeroja azad a gelê Kurdistanê û gelê Ereb bi felsefeya Rêber Apo dibe, lewma ji bo karibe Rêbertî baştir fêhm bike û bixe pratîkê timî hewl da.

Hevrêyê me Cemîl li refên herî pêş tevlî şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû û di nava şer de gihîşt. Weke şopdarê xeta jiyana bi hev re û biratiya gelan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, bû parçeyekî hevrêtiya PKK’ê, bû milîtanê ji îradeya xurt a partiya me PKK’ê û Rêber Apo. Weke nûnerê ruhê enternasyonal, bû mînaka şênber a hevgirtina gelên Kurd û Ereb li ser xeta jiyana hevpar a li xaka qedîm a Mezopotamyayê. Di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û li ser rêya fermandarbûnê gavên mezin avêt. Li her qadê wezîfeyên şoreşgerî bi serketî bi cih anî. Têkoşîna hevrêyê me Cemîl, ku nûnerê dirûşma biratiya gelan û milîtanê leheng ê felsefeya Rêber Apo ye wê her tim rêya me ronî bike.

RÛBAR BATMAN

Hevrêyê me Rûbar li nava çanda welatparêziya xurt a Êlihê ji dayik bû, mezin bû û di nava malbata xwe de têkoşîna azadiyê nas kir. Ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava gerîla çêbû û hinek jê şehîd bûn. Vê yekê kir ku hevrêyê me Rûbar zû bikeve bin bandora têkoşînê, rastiya dijmin fêhm bike û zilma li gelê me tê kirin bibîne. Berxwedana Xwerêveberiyê ku di salên 2015-2016’an de pêk hat, mîna tevahiya Kurdistanê bandor li hevrêyê me Rûbar jî kir. Bû sedem ku hevrêyê me Rûbar bikeve nava lêgerînên hîn xurt. Li Êlihê du hevalên wî di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Hevrêyê me Rûbar xwe li vê yekê ranegirt û di sala 2016’an de li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Li Garê tevlî perwerdeya bingehîn bû û ji bo bibe gerîlayekî serketî derbasî herêma Avaşînê bû. Li qada Mamreşo demeke dirêj ma, di karên binesaziyê de kedeke mezin da û bi kedkarî, fedakarî, coş û biryardariya xwe tevkariyeke girîng li avakirina tunelên şer kir, ku îro rê nadin dijmin. Piştî ku li yekîneyan bû xwedî hin tecrûbeyan, ji bo rêbaza şerê bi bandor ê demê werbigire û derbên giran li dijmin bixe, beşdarî perwerdeyên li dibistanên sekvanî û operasyonê bû. Hevrêyê me Rûbar ji bo karibe bi her awayî bibe xwedî sekneke milîtanî ya pêvajoyê, kete nava hewldanên bêhempa. Ji bo karibe li ser bingeha felsefeya Rêbertî xwe perwerde bike, xwe bigihîne xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî û li ser vê bingehê wezîfeyên demê pêk bîne, kete nava kûrbûneke esasî. Bi coş, biryardarî û baweriya bilind a ji şoreşê, li her qada têkoşîn û berxwedanê bi bandor bû û li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Têgihîşt ku tenê bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi tevlîbûneke li ser vê bingehê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û mêtingeriya modernîteya kapîtalîst dikarin bêne şikandin. Lewma hevrêyê me Rûbar her tim dixwest bibe endamekî çalak ê artêşa fedaiyan û heta kêliya şehîd bikeve wezîfeyên xwe yên şoreşê bi biryardarî bi cih anî. Hevrêyê me Rûbar gelek jiyan li temenê xwe yê ciwan bi cih kir û di Hezîrana 2021’ê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî yên têkoşînê, di şexsê hevrêyê xwe Rûbar de em şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin û soz didin ku armancên wî pêk bînin, teqez hesab ji dijminê qirker faşîst bipirsin."