Tevgera Azadî bi daxuyaniyek şehîdên komkujiya Zergelê bi bîr anî

Tevgera ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Zergelê daxuyaniyek nivîskî da û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb bê temaşekirin û di nava wan de ti cûdahî neyê xistin.

Encûmena Herêma Raperîn a Tevgera Azadî bi boneya salvegera komkujiya gundê Zergelê daxuyaniyek nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Zergelê hatin bîranîn û hat diyarkirin ku ji beriya heft salan dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşê gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê kir û komkujî pêkanî ku di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn, her wiha zirarek mezin gihişt mal û mulkê welatiyan.

Di dewama daxuyaniyê hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker her tim komkujî û terorê dike û wiha hate gotin: “Armanca dewleta Tirk firehkirina sînorên xwe ye, dixwaze herêmê ji kesên welatparêz vale bike û dagirkeriya xwe li tevayî xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ferz bike.

Desthilatdariya Herêma Kurdistan hertim xwestiye dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk binixûmîne û mafên welatiyan kiriye qurbanê berjewendiyên xwe yên hizbî û aborî.”

Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniyê de ji hikûmeta Iraq û her sê serokatiyên herêmê daxwaz dike ku pêwîste bi yek çavî û di yek astê de nêzîkatî ji şehîd û birîndarên êrîşên dewleta Tirk a dagirker re were kirin, ango divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb were temaşekirin û tu cûdahî neyê xistina nava wan de.