Li Şengalê 3’ê Tebaxê hat bîranîn

Li Şengalê kesên ku di êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Serokên eşîran bi wesîleya salvegera Komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an li navenda Şengalê konê bîranînê vedan.

Bîranîna ku bi dirûşmeya “Pêşîlêgirtina Fermanê Bi Xweseriya Şengal û Yekîtiya Gelên Êzidî pêkan e” saet di 10.00’an de dest pê kir.

Saziyên wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadî ya Jinên Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Asayîşa Êzîdxanê, Saziya Malbatên Şehîdan, Alimên Olî yên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û gelek welatiyên Şengalê beşdarî bîranînê bûn.

Her wiha nûnerên Qayit Emeliyat, nûnerên Mixabiratê yên Şengalê, nûnerên Midûrê Emîr Watanî, Midûrê Şaredariya Şengalê, Qeymeqamê Şengalê, nûnerên Midûrê Polîsên Şengalê, li ser navê nûnerên Şîeyan Seyîd Ciwat û Seyîd Mehmud weke mêvan beşdarî bîranînê bûn.

Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên fermanê, axaftin hatin kirin.

Li ser navê Şandeya Eşayirî Nayif Şemo, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê Riham Hesen, Qeymeqamê Şengalê Fehîd, Berdevkê Qeyit Emelyat Eqîd Mislim, Serokê PADÊ Emer Salih, Alimên Olî yên Êzidî Mam Faxir û li ser navê Partiya Teqadedum Seyîd Bettuş şehîd bi bîranîn.

Piştî axaftinan xwarin li gel hate belavkirin û çalakiya bîranînê bi dawî bû.