Girtiyên Behdînanê: Em ê çalakiya xwe bidomînin

Parlementerên Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê çûn serdana girtiyên Behdînanê ragihandin ku girtiyan diyar kiriye heta mafê wan neyê dayîn, ew ê dest ji greva birçîbûnê bernedin.

Parlementerên Herêma Kurdistanê Rûpak Ehmed û Osman Kanî Kurdeyî îro serdana Girtîgeha Gewran a Hewlêrê kirin û bi hin girtiyên Behdînanê re axivîn.

Piştî serdanê, Parlementer Rûpak Ehmed li ser rewşa girtiyan axivî. Ehmed diyar kir ku di dema serdanê de wan girtiyên bi navên Şêrwan Şêrwanî, Nêçîrvan Bedîh û Ehmed Rêkanî dîtine. Ehmed da zanîn ku piştî demek dirêj ew bi girtiyan re axivîne û girtiyan ji wan re ragihandin ku heta mafên wan ên rewa tên dayîn, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin.

Ehmed ragihand ku mafên ku girtiyên di greva birçîbûnê de daxwaz dikin, bê parhiştina wan a ji berdana bi merce û got: “Ev yek jî zilmek dine ku li wan dikin. Hin girtiyên din hene ku ji sala 2018’an û vir ve ji mafê berdana bi merc hatine bê parhiştin.”

Parlementer Rûpak Ehmed destnîşan kir ku ji girtiyan rewşa Nêçîrvan Bedîh xirabe û ji ber bandora greva birçîbûnê xwîn diavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyê bi navê Emced Rêkanî jî piştî ji girtîgeha asayîşê hat veguhestina girtîgeha çaksaziya gewran, kontrola wî ya tenduristî hatiye kirin û derketiye holê ku bi vîrûsa cigerê ketiye.”