KCK: Em bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin

KCK'ê êrîşên faşîst ên li ser saziyên Elewiyan şermezar kir û got, têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî van êrîşan tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê têkildarî êrîşên li taxên cuda yên Enqereyê di roja destpêkê ya Rojiya Mûharremê de li hemberî Cemxaneya Dayik Fatma, Cemxaneya Şah-i Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Tirkmen Elewî Bektaşî hatin kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

"Destpêkê, di vê meha Mûharremê de ku weke 'Meha Heram' jî tê naskirin, em êrîşên li Elewiyan şermezar dikin ku ji bo bîranîna şehîdên Kerbelayê rojiya Mûharrem digirin. Bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzmê û êrîşan têkoşîna yekîtî û demokrasiyê bimeşînin.

Ji ber êrîşên li Enqereyê, em bang li Elewiyan dikin ku li gorî fermana rêya heqîqetê ya ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hîn bi xurtî û bi bandor helwestê nîşan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê hêza xwe ya civakî û siyasî hîn bi rêxistinî nîşan bidin, bersivên xurtir bidin êrîşan û bi yekbûnê bersivê bidin faşîzmê. Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê di vê pêvajoyê de bi ser bê xistin, em bang li tevger, ciwan, jin, sazî û rêxistinên Elewiyand ikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi hev re bi cih bînin.

KARAKTERÊ FAŞÎST Ê VÊ DEWLETÊ MEZIN E

Hêzên ku xwedî mejî û senteza Tirk Îslamê ne, gihîştine wê astê ku gefê li bawerî û gelên herêmê dixwin, êrîş dikin, bi polîtîkayênq irkirinê hewl didin qir bikin. Dîroka dewleta Tirk dîroka bi komkujiyên li ser komên bawerî û gelan dagirtî ye. Di nava vê dîrokê de yek ji beşên civakî yên ku timî qirkirina çandî û fîzîkî li wan hatiye kirin, zext û asîmîlasyon li wan hatiye ferzkirin, Elewî ne. Dewleta Tirk bi qetilkirina Kurd û Elewiyan hîmê xwe danî û bû xwedî rastiyeke bi vî rengî. Û rejîma faşîst a niha ya AKP-MHP'ê xerabtir e. Dibêje ku hevdîtinê bi Elewiyan re dike, serdana Cemxaneyan dike, lê belê divê Elewî zanibin ku karakterê faşîst ê vê dewletê mezin e. Dema ku serdana Elewiyan dike, hingî ji bo amadekirina bingeha komkujiyeke mezin a li dijî Elewiyan vê yekê dike. Xwe bi rêxistin kirine, amadekariyê dikin, naxwe çima 20-30 hezar çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê hene? Hêzên xwe yên paramîlîter hene ku bi rêya SADAT'ê bi rêxistin kirine. Polîs bi temamî di bin xizmeta wan de ne, her wiha pêwîstiyê pê nabînin ku zêde hêzên leşker û polîsan li ber çavan bi kar bînin. Weke ku di mînaka Denîz Poyraz de hate dîtin, eşkere bû ku kujer çeteyeke û ji bo kuştinê hatiye perwerdekirin. Niha daxuyaniyê didin ku êrişkarê li Enqereyê destgîr kirine. Gelo ew kî ye? Çawa dibe ku kesek li pênc deverên cuda bi hemwextî dikare êrîşê bike? Kesekî bêplan, bêrêxistinî, bêamadekarî çawa dikare ewqasî bi plan, bi amadekarî û bi rêxistinî bikeve nava liv û tevgerê?

BI RASTIYA HUSEYÎNÎ DIVÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN

Ev hemû nîşan didin ku li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan pêvajoyeke gelekî xetere destpê kiriye. Radixe pêş çavan ku divê Elewî bi rêxistin bin, dawî li rewşa parçebûyî û ji hev belavbûyî berdin, rojevên sivik li aliyekî dayne û bi rojevên jiyanî re mijûl bibin. Pêwîste Elewî bibînin ku ji bo karibin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, ji bo karibin mafên xwe yên welatîbûna azad werbigirin divê xweparastina xwe xurt bikin û civaka Elewî biparêzin. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo Elewiyan temsîla Yezîtiya vê sedemê dike. Lewma em dixwazin bibêjin ku meşandina têkoşîna demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî. Em dixwazin li bîra Elewiyan hemûyan bixin ku li gorî baweriya Elewîtiyê, li her devera ku Yezît hebe divê Elewî hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna demokratîk bibin.

Beriya her tiştî divê Elewî ji bo azadiya baweriya xwe têbikoşin. Ji bo vê jî girîng e Elewî tavilê dawî li sekna belawela û parçebûyî bînin, di çarçoveya perspektîf û bernameyeke hevpar de li dijî faşîzmê li eniya têkoşîna hevpar bibin yek, xwe mezin û xurt bikin. Di serî de Elewî divê hemû hêzên muxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê, bi wesîleya êrîşên li Enqereyê vê rastiyê bi kûrahî û eşkere bibînin û têbikoşin.

Em dixwazin li bîra Elewiyan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk bixin ku sekna hêjayî ya Huseyînî, parastina mafê mezlûman li dijî zaliman bi têkoşîna li dijî vê dewlet û desthilatdariya çete, komkujer û faşîst dibe, bi mezinkirin û xurtkirina vê têkoşînê dibe. Bi vê wesîleyê em careke din dixwazin destnîşan bikin ku pêşîgirtina li komkujiyên nû bi têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk dikare pêk were. Mêtingeriya Tirk ji aliyê îdeolojîk ve xwe dispêre feraseta çewt a Tirk Îslamê. Lewma li hemberî êrîşên têne kirin em bang li Elewiyan, derdorên Îslamê yên demokratîk, xelkê Êzidî û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî Yezîtê vê serdemê li ber xwe bidin."