YBŞ: Em ji her demê bêhtir amade ne ku xaka xwe ji dagirkeran biparêzin

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, ku wan li dijî dagirkerî û qirkeriyê heta niha berdêlên gelekî giran dane û got, "Em îro jî ji her rojê bêhtir amade ne ku li gel tevahiya gelên herêmê yên azadîxwaz, serweriya axa Iraqê ji dagirkeriyê biparêzin."

Fermandariya Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) bi wesîleyê 8’emîn salvegera fermana Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û şehîdên fermanê û rizgarkirina Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di rojên herî zor û zehmet de wan bi vîn, ked û xwîna xwe dest bi têkoşîna azadiyê kirine û xwe bi rêxistin kirine û wiha dewam kir, “Dîsa ê ku di wan rojên herî zor û zehmet de xwe gihandine me fedaî û dolsozên vî gelî mîlîtanên Rêber Apo bûn. Em deyndarê wan fedaîyan in. Eger em heyanî niha li ser vê axa pîroz dijîn û têkoşîna azadiyê didin meşandin bê gûman ev bi saya keda wan qehremanan e. Di vê watê de em tevahiya şehîdên HPG-YJA STAR, YPG û YPJ`ê bi hemû hestên xwe ê girêdaniya wan ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî ked, têkoşîn û bîranîn wan de ditewînin. Her yek ji wan bûna stêrkek, bûne sembolek û bûne navnîşana vî gelî û bûne rêya serkeftina me. Ji bona wê jî em ji dil û can spasiya tevahî şervan û fermandarên HPG-YJA STAR, YPG û YPJ`ê dikin. Keda ku wan li ber me de daye ew keda wan ji bona me wê bibe hêza serkeftin û serfiraziyê. 

'DIVÊ GEL BI TIFAQIYEKE MEZIN LI BER ÊRÎŞAN RABE'

Tê zanîn 3`ê Tebaxa 2014`an bi hişmendiya qirkirina gelê me; tûnekirina tevahiya pîrozî, ol, bawerî û hebûna me ve êrîşeke bêbext biser me de anîn. Jin, keç, zarok, kal û cîwanên me bi rêbazên dijî mirovahiyê qetilkirin. Dîsa  gelê me yê ku dîl ketine destê çeteyên DAÎŞ`ê, bi hezaran keçên me li bazaran firotin, bi hezaran dayîkên me, zarokên me û mirovên me û keçên me hêjî aqûbeta wan nediyare. Di roja me ya îro de jî yên ku li ser van êş û birînên me sîyaseta qirêj didin meşandin, bi leyîstokên qirêj dîsa dixwazin desthilatdariya xwe ser gelê me ferz bikin, her roj êrîşê gelê me, nirxên me û destkeftiyên me dikin. Bê wijdanî ye! Bê kerametiye û bê exlaqiye! Hişmendiya îxanetî û bê exlaqiyê a ku di şexsê PDK`ê de di roja 3`ê Tebaxa 2014`an de pêşketî îro heman hişmendî di kesayeta heman kesan de li tevahiya welat jiyan dike. Bi hevpeymanan li pey ferman û komkujiyê nû ve dixwazin careke dinê êşên mezin bi gelê me bidin jiyîn û gelê me tûnebikin. Dibe ku ev hevpeyman li hemberî me şênber tê meşandin, lê belê divê bê zanîn ku ev plan û projeyên qirêj li ser esasê dagirkirina tevahiya welat û axa Iraqê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşît li pey xeyal û armancên xwe yê pêkanîna sînorên Mîsak-î Mîliye. Armanc ne tenê axa Êzîdxanê ye; armanc tevahiya herê mê ye. Eger armanc ne bi vî rengî bûya ji Qadên Parastina Medya heyanî Musul, Kerkûk, Zaxo, Suriyê, Rojava û heyanî Lûbnanê nedikir armanc û êrîş nedikir. Divê di serî de gelên herêmê baldar bin û bi tifaqiyeke mezin li beramberî van êrîşan xwedî helwest bin. Ji ber ku sala 2014`an Şengal bû, îro jî Mûsûl, Kerkûk û Zaxo ye. Îro armanc tevahiya gelê Kurd, Ereb, Êzidî, Sûryanî, Asurî û tevahiya gelên herêmê ne. Eger tifaqiyek a gelan pêşnekeve wê her roj komkujiyên mîna Zaxo werin jiyîn. Ev komkujî bi plan û bi zanebûn li hemberî gelên herêmê hatiye pêkanîn. Da kû gelên herêmê ser axa wan bidin koçberkirin û armancên xwe ê dagirkirinê pêkbînê ye.”

'EM FEDAIYÊN VÎ GELÎ NE Û JI BO PARASTINÊ AMADE NE'

Fermandariya Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê da zanîn ku li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê ji roja destpêkê heya îro gelek berdêlên mezin wek Mam Zekî, Berxwedan, Dijwar, Nûjiyan, Zerdeşt, Agir, Dilgeş, Bêrîvan û Faraşîn dane û wiha domand, “Em îro jî ji her rojê amadetir in ku li gel tevahiya gelên herêmê ên azadîxwaz serweriya axa Iraqê ji dagirkeriyê biparêzin. Di oxira wê de ji bona parastina van nirx û axa pîroz çi berdêl pêwîst bike ji bo dayînê em ê xwe nedin paş. Çawa ku duh fedaiyên vî gelî bedenên xwe kirin mertal û rê nedan dagirkeriyê, îro jî bi heman fedaîtiyê ve binketinên mezin bi dijmin didin jiyîn û rê nadin dagirkeriyê. Gelê mê li gel hêza xwe ya parastinê wê tevahiya leyîstok, plan û projeyên qirêj berteraf bike û wê xeyalên dijmin di dilê wan de bihêle.  Li ser vî esasî li hemberî her êrîşek ê dagirkeriyê em ê xwe bêhtir birêxistin bikin. Ger ku li hember êrîşên dijmin fikreke ku em ê gav paşde biavêjin çêbibe, ev fikir xapandina xwe ye. Bila tu kes xeyal û fikrekî bi vî rengî ji bo xwe neke. Ji ber ku hestên me yên tolhildana fermana her roj mezintir dibe û ji bona me dibe soza ji dijmin hesap pirsînê. Her kî dibe bila bibe, dest dirêjiye li ser nirxên ku bi xwîna hezaran şehîda hatiye afirandin bike, divê gelek hesabên cûda ji bike. Ji ber ku em hêza parastina gelê xwe ne, ku hesab ji xayîn, xwefiroş û namerdan dipirsin. Em fedaiyên vî gelî, vê axê, ol, bawerî, çand û dîroka xwe ne. Ji bona wê jî em ji bo gelê xwe yê derveyî Êzîdxanê dibêjin, divê êdî berê xwe bidin axa pîroz werin ser cih û warê xwe. Em îro xwedî wê hêzêne ku gelê xwe ji her cure îxanet û êrîşên qirêj biparêzin. Divê tevahiya gelan rastiya Barzanî – PDK`ê ya li kêleka dijmin bizane, her roj leyîstokên qirêj li ser tevahiya gelan dimeşîne û li gorî berjewendiyên xwe bikartîne bibîne. Her roj êrîşên bêbext û qirêj têne kirin. Sedema vê jî berdewamiya feraseta îxanetê ya Barzanî û PDK`ê ye.”

Fermandariya YBŞ’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt got, “Di vê wateyê de em careke dinê şehîdên xwe yên roja destpêkê heyanî roja îro bi hemû hezkirin, hûrmet û girêdaniyên xwe ve bibîr tînîn. Soza li ser rihê şehîdên xwe me daye, em ê demildest bi cîh bînin. Em ê heyanî dawiyê bibin şopdarê wan, em ê bibin afrînerên pêkanîna xeyal û armancên wan. Li ser vî esasî soza me daye wan em wê soza xwe bi mezintirîn dûbaredikin, rêya wan wê bibe rêya serkeftina me û gelê me.”