Malbata Şenyaşar: Bila qanûn bên bicihanîn

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, daxwaza pêkanîna qanûnan kirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Nobeta Edeletê di 9’ê Adara 2021’an de dest pê kir û di roja 511’an de li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Malbatê di roja nû ya çalakiya xwe de pankarta bi nivîsa “Bila qanûn bên bicihanîn, ne talîmat” vekirin.

Dayîka Emîne Şenyaşar di çalakiyê de serdanên piştgiriyê qebûl kir û di derheqê doza xwe de agahî da û diyar kir ku ev du sal in bênavber Nobeta Edeletê didomînin.

Emîne Şenyaşar got: “Cîhan êşa  me bihîst û hatin  bûn şirikê êşa me.  Ma qey rehm û wijdana vê hikûmetê tineye. Hemû malbata min kuştin. Ez li vê derê li hêviya zarokê xwe me. Bila zarokê min berdin em jî herin mala xwe. Bi salan e em li vê derê ne, min çavê xwe winda kir û rewşa çîmê min ne baş e.”