KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan li Midyadê ciwanek qetil kir
Polîsan li navçeya Midyadê bi guleyan ciwanê bi navê Adem Kara (21) qetil kir. -
Sancar: Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li mîtînga Silopiyayê axivî û diyar kir ku bêyî têkoşînê aştî çênabe û got: “Kî ku li Tirkiyeyê daxwaza edaletê bike divê li ber şer rabe. Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin.“ -
Bûldan: Tenê rê rakirina tecrîdê ye - HATE NÛKIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Wanê di mîtînga 1’ê Îlonê de axivî û got: “Tenê rêya rizgarkirina welat ji van qeyranan bidawîkirina tecrîdê ye.“ -
MEBYA-DER’ê serdana malbata Arslan kir
MEBYA-DER, çû serdana malbata Hakan Arslan ê cenazeyê wî di kîs de hat dayîn. -
Li Amedê 468 rêxistinan banga aştiyeke mayînde kirin
Li Amedê 468 sendîka, rêxistinên pîşeyî û sivîl bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan banga çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd kirin. -
Li Kerkûkê 13 çeteyên DAÎŞ’ê hatin destgîrkirin
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê 13 çeteyên DAÎŞ’ê ku hin ji wan serçete ne, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê we hatin destgîrkirin. -
Polîsan daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin
Polîsan dor li xizmên girtiyan girtin ku li ber Edliyeya Wanê hatin ba hev û nehiştin daxuyanî bê dayîn. -
4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û 2 mobesse hatin îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin. -
Malbata Şenyaşar 'Pêşangeha Edaletê' vekir
Malbata Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekir. -
'Yê Serokatî dît û fêhm kir, wê heta mirinê dilsozê wî be!'
Şehîd Ebû Zêyd wiha gotibû: "Her kêlî û saeta em ber bi qada Serokatî ve diçûn, em bêhtir kelacanî dibûn. Em nêzî serokatî dibûn. Yê Serokatî dît û fêhm kir, ne mimkune jê qut bibe; girêdan heta mirinê ye." -
Daxwaz hat kirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, sewqî Silêmaniyê bê kirin
Koma Parastina Girtiyên Behdînanê xwest girtiyên li girtîgeha Hewlêrê dawî li çalakiya birçîbûnê bînin û sewqî girtîgeha Silêmaniyê werin kirin. -
Nobeta Edaletê ya Amedê: Bila zarokên me bên berdan
Li Amedê xizmên girtiyan di roja 289’emîn a Nobeta Edaletê de bang kirin divê girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediyane werin berdan. -
Arslan ê ku cenazeyê kurê wî di kîsekî de xistin destê wî, qala zilma 6 salan kir
Alî Riza Arslan ku destpêka hefteyê hestiyên kurê wî di kîsekî de xistin destê wî, qala zilma 6 salan kir û got, "Zor û zehmetiya 6 salan a ji bo wergirtina cenaze li aliyekî, zilma roja wergirtina cenaze li aliyekî." -
Ji bo 9 bajaran bijîjkekî pispor tenê heye
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku di xizmetên tenduristiyê de bi giştî hilweşînek heye û got ku li 9 bajarên Serhatê li hin şaxên bijîjkiyê tenê bijîşkek heye. -
Li Bane kolberek hate kuştin
Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê kolberek qetil kirin. -
Sozdar Avesta: Gelê Kurd di nava ronesansê de ye
Sozdar Avesta anî ziman ku nexşe û projeyên li ser Kurdan têne amadekirin, êdî bêwate ne û got, "Kurd êdî bêwarî û bêstatuyê ti carî qebûl nakin. Gelê Kurd di nava ronesansê de ye. Ji bo jiyan û paşeroja xwe xwedî projeyan e." -
Dewleta Tirk birîna daran a li herêma Bestayê zêde kir
Dewleta Tirk li herêma Besta ya Şirnexê bi hinceta “xebatên rê” birîna daran zêde kir. -
HPG: Fermandar Rêzan Amed şehîd bû
HPG'ê ragihand ku Fermandar Rêzan Amed şehîd bûye û got, "Navê hevrêyê me Rêzan wê timî bê bibîranîn û bi her fîşeka bi profesyonelî li dijmin bê xistin wê tola wî bê hilanîn." -
Nûda: Şikestina polîtîkaya qirkirinê wê li Îmraliyê destpê bike
Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku şikestiya siyaseta qirkirinê wê li Îmraliyê destpê bike û got, "Bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me re wê azadî û çareserî belav bibe." -
Şandeya YNK’ê: Em ê her tim piştevanê we bin
Şandeyek ji şaxa YNK’ê ya Mexmûrê serdana kona sersaxiyê ya ji bo welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû hatî danîn, kir. Şandeyê destnîşan kir ku divê tu kes li hemberî vê bûyerê bêdeng nemîne. -
HPG tol hilanî: 16 dagirker hatin cezakirin, 4 çeper hatin îmhakirin
HPG: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola xelkê me yê li Kifrî, Şengal û Mexmûrê hatin qetilkirin, çalakî kirin. Di encamê de 16 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyek û 4 çeper hatin îmhakirin. Derb li 2 helîkopteran hate xistin. -
Hamid: Anîna artêşa Tirk xiyaneteke mîna ya 31'ê Tebaxê ye
Şîrovekar Niyaz Hamid bi bîr xist ku beriya niha bi 26 salan PDK'ê hêzên Saddam xistin Hewlêrê û ev yek weke xiyanetekê pênase kir. Hamid ragihand ku xiyaneta 31'ê Tebaxê hînê dewam dike û işaret bi anîna hêzên dagirker ên dewleta Tirk kir. -
Rêxistina Efûyê: Îran û Tirkiye bi çekan bera Efxanan didin, wan bi zorê dersînor dikin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku Îran û Tirkiye, Efxanan bi zorê dersînor dikin û di cihên derbasbûnê de guleyan bera wan didin. -
Xizmên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
Malbatan ji bo azadiya girtiyan bang li partiyên siyasî û Wezareta Edaletê kirin û "Em ne mafê xatirxwestinê mafê jiyanê dixwazin. Ji bo edaletê hîn jî ne dereng e." -
Dayika di Nobeta Edaletê de Gulan Ateş rakirin nexweşxaneyê
Gulan Ateş a ku kurê wê Kûrbanî Ozcan bi êşkenceyê hatibû destgîrkirin, di roja duyemîn a Nobeta Edaletê de ne rihet bû û ew rakirin nexweşxaneyê.