Rêxistina Efûyê: Îran û Tirkiye bi çekan bera Efxanan didin, wan bi zorê dersînor dikin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku Îran û Tirkiye, Efxanan bi zorê dersînor dikin û di cihên derbasbûnê de guleyan bera wan didin.

Di rapora bi sernavê ‘’Şandina bi zorê, ne bi yasayî berdana guleyan, girtina bi kêfî’’ ya Rêxistina Efûyê de, nerazîbûn nîşanê pêkanîna Tirkiye û Îranê ya li hember Efxanên hewil didin ji welatê xwe birevin hat dayîn. 

Di raporê de hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê yên Îran û Tirkiyeyê, Efxanên xwestine ji sînoran derbas bibin bi zorê dersînor kirine û bi awayekî ne yasayî gule berdane zarok û jin û mêran.

Li gor lêkolîna bi şahidiya 74 kesên meha Adarê hatine dersînorkirin; ji van 48 jê diyar kiriye ku dema hewil dane ji sînorê Tirkiyeyê ya jî yê Îranê derbas bibin, gule berê wan hatine dayîn. 

Li gor Rêxistina Efûyê hêzên Îranê gule berdane wesayîtên tije mirov û bi awayekî ne yasayî bi dehan kes kuştine û birîndar kirine.’’ 

Marie Forestierê di raporê de îfadeyên wî hene, got: ‘’Hêzên ewlehiya sînor ên Tirk jî bi awayekî ne yasayî guleyên berahîn bi kar anîne.’’

Rêxistina Efûyê got: ‘’Daxwaza me ji rayedarên Tirk û Îranî ew e ku kesî dersînor nekin û şandina neyasayî rawestînin, mîsogerkirina derbasbûna bi ewlehî û xwegihandina prosedurên penaberiyê pêk bînin û ji civaka navneteweyî jî xwest ku piştgiriya madî bidin welatên mîna Tirkiye û Îranê ku penaberan dihewînin. 

Ji meha Tebaxa 2021’î ku Talîban desthilat bi dest xistiye heta bi niha, bi sedhezaran Efxan ji welatê xwe reviyane.