Sancar: Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li mîtînga Silopiyayê axivî û diyar kir ku bêyî têkoşînê aştî çênabe û got: “Kî ku li Tirkiyeyê daxwaza edaletê bike divê li ber şer rabe. Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin.“

Mîtînga ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e, aştiyê biparêzin” bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê li qada Newrozê ya navçeya Silopiyayê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Qada mîtîngê bi alên HDP’ê hat xemilandin û pankartên “Li dijî şer serî rake jiyana azad ava bike”, “Rêxistibûyîna jinan azadiya jinan e”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Dayik rê nadin şer!”  û “Em li dijî şer têkoşîna aştiyê geş dikin” hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Parlementerên HDP’ê Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Parlementera HDP’ê Amedê Remziye Tosûn, Tevgera Jinên Azad(TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Çand,Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Karên Giştî (KESK) tev li mîtîngê bûn.

Jin, bi korteja TJA’yê hatin ba hev û bi pankarta “Dewleta zayendperest wê hesabê jinên qetîlkirî bide” herikîn qadê.

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE BER LI QETILKIRINA JINAN BIGIRIN’

Girse, gelek caran dirûşmên “Bijî aştî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bijî berxwedana jinan”, “Na ji şer re” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Komîteya Amadekar û hevserokên HDP'ê yên navend û navçeyan derketin ser dikê û girse silav kirin. Li ser navê komîteyê Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag axivî û bal kişand ser qetîlkirina jinan û got: "Em ê bi têkoşîna xwe ber li qetilkirina jinan bigirin û rê nedin ku jineke din were qetilkirin.”

'VÊ AXÊ TU CARÊ SERÊ XWE NETEWANDIYE'

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di mîtîngê de axivî û got: "Hûn hemû bi xêr hatin, bi ser ser û çavan re hatine. Axa Botanê axeke pîroz e. Gelê Botanê heta bi niha gelek zehmetî kişandine. Lê dîsa jî îro li ser pêyan e û bi berxwedana xwe hêz û qewetê dide têkoşîna me ya azadiyê.

Vê axê, tu caran serê xwe netewandiye. Ji Melayê Cizîrî heta bi Orhan Dogan ji Sêvê heta bi Pakîze û Fatma bi hezaran leheng û zanyar diyariyê gelê Kurd kirine. Ji ber vê sekina xwe ya li hemberê hemû zilm û zordariyan li ber xwe dide. Ez we û sekna we bi hezar caran pîroz dikim. Em, spasiya xwe pêşkêş dikin, bi hezar caran mala we ava be. Îro 1’ê Îlonê ye Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Em dizanin li her aliyê cîhanê şer heye. Niha pêwistiya me bi aştiyê heye."

'DIVÊ EM LI DIJî ŞER TIFAQA HERÎ MEZIN AVA BIKIN'

Sancar anî ziman ku li Tirkiyeyê her kesê ku demokrasî û edaletê dixwaze bila li dijî şer derbikeve û wiha pê de çû: "Divê em li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Rizîneke wisa heye ku êdî tu nirxekê exlaqî nemaye. Nirxên exlaqî jî binpê dikin û hêmanên herî bingehîn ên baweriyê paşguh dikin.

Werin em wî wêneyê şewitî, wêranker, birîndar ku rojên din li ber çavên me rawesta bi bîr bînin. Hestiyên Hakan Arslan di kîs de didin bavê wî Alî Riza Arslan. Hûn dibînin, dijminên herî hov jî dizanin ku di şeran de divê ku rêz li cenazeyan bigirin. Hiqûqa mirovahiyê, rêgezên gerdûnî, nirxên olî, prensîbên exlaqî beriya her tiştî hurmetê ji cenaze re digirin. Ev polîtîkayên şer, bi awayekî van hemû nirxan tune dikin. Ji ber polîtîkayên şer nirxên gerdûnî, hiqûqa mirovahiyê, perestgehên olî û prensîbên exlaqî tên binpêkirin."

'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ TÊKOŞÎNA DEMAKRASÎ, AZADÎ Û HEKHEVIYÊ YE'

Bi domdarî Sancar bal kişan li ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û got: "Em ê teqez pêşiya van polîtîkayên şer bigirin. Baş e, çima em dibêjin aştî, çima aştiyê diparêzin? Dema ku em dibêjin aştî, hin derdor têgihîştineke ku em bêhêziyê îfade dikin diafirînin. Daxwaza aştiyê wekî qelsiyekê tê nîşandan. Na! Em vê têkoşîn û daxwaza xwe bilind dikin, aştî çi ye, aştî beriya her tiştî ji bo rakirina ji holê ya sedemên şer û pevçûnan hewce ye.

Eger em dibêjin aştî ji ber wê ye ku em li vî welatî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin û ev tişt jî wê aştiyê bînê vî welatî. Têkoşîna aştiyê jî têkoşîna çareseriyê ye. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ye.

Bêyî demokrasî, wekhevî û azadî aştî nabe. Ji ber vê em dibêjin divê em li her qadê demokrasî, azadî û wekheviyê biparêzin. Werin ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke siyasî biafirînin.”

Mîtîng, bi stranên hunermend Kadîr Çat û Koma Dengê Awazên Botan bi dawî bû.