Hamid: Anîna artêşa Tirk xiyaneteke mîna ya 31'ê Tebaxê ye

Şîrovekar Niyaz Hamid bi bîr xist ku beriya niha bi 26 salan PDK'ê hêzên Saddam xistin Hewlêrê û ev yek weke xiyanetekê pênase kir. Hamid ragihand ku xiyaneta 31'ê Tebaxê hînê dewam dike û işaret bi anîna hêzên dagirker ên dewleta Tirk kir.

26 sal li ser xiyaneta PDK’ê re derbas dibe, ku 31’ê Tebaxa 1996’an PDK’ê tangên Baasê anî Hewlêr a ku di raperîna sala 1991’an bi xwîna hezaran şehîd hatibû rizgarkirin.

Ew kiryara  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke rûpeleke reş a dîroka vî hizbî her sal weke rojeke karesat tê bîranîn. Di vê derbarê de Şîrovekarê Siyasî yê Rojhilata Navîn Niyaz Hamid ji ANF’ê re axivî.

Hamid di destpêka axaftina xwe de têkildarê xiyaneta 31’ê Tebaxê ya PDK’ê diyar kir ku PDK’ê “serketineke bê exlaqî” hilbijart û got, "PDK ji bo ku di wî şerî de serketinê bidest bixe guh neda ti prensîbekê û ji bo kuştina Kurd û gelên din ên Iraqê dijminên herî hov anî Kurdistan-Hewlêrê. PDK’ê ji bo ‘serketinê’ şêwazê pir bê exlaq û dûr ji hemû nirxên mirovî, tangên Baas ên Sedam anî Hewlêrê û Parlementa Kurdistanê dagir kir.”

Niyaz Hamid her wiha destnîşan kir ku ew serketin şermezarî ye û heta ku PDK hebe wê ew yek weke deqeke reş bimîne û êdî nikare xwe jê rizgar bike. Hamid wiha axaftina xwe domand; “PDK berdêla wê ‘serketin’a bê exlaq da û zêdetir jî dide. PDK niha bûye beşek ji tora gemar a sîxurtiya Tirkiyê. Xiyaneta 31’ê Tebaxê berdewam e. Heta ku Hewlêr ji aliyê PDK’ê ve hatibe dagirkirin wê 31’ê Tebaxê jî berdewam bike. 31’ê Tebaxê berhemê lihevkirina di navbera PDK û Baas’ê bû. Hişmendiya BAAS’ê niha li ser Hewlêrê serwer e. Ti ferqekî hişmendiya Tûranî ya AKP û BAAS’ê nîne. Ji ber wê xelkê Hewlêrê di qonaxên cuda hest bi cudabûyîna hegemonya dagirkeran nakin û hest nakin ku di bin dagirkeriyê re derbas bûne.Terorkirin û girtina azadîxwazên Hewlêr û Behdînanê bi taybetî serhildêrên Şêladizê, berhemê wê xiyanetê ye.”

Hamid anî ziman ku 31’ê Tebaxê xiyaneteke ji ber berjewendiyê erzan ên komekê di nava neteweyekê ye ku nahêle jiyan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Anîna artêşa Tirk 31’ê Tebaxeke din e, ketina pêşiya pasdarên Îranê ji bo li bajarên Rojhilat ên salên 80’î nû hatibûn rizgarkirin 31’ê Tebaxeke din e, Şengal, çêkirina xendeq û danîna ambargo li ser Rojava 31’ê Tebaxeke din e; 31’ê Tebaxan dewam dike. Çima gelê Fransî heye? Çima Polonyayî, Hangarî û Îsraîlî hene?! Çima Kurd hebûna xwe nîne, herî kêm çima di vê beşa Kurdistanê de ku ji destê nefreta Kurdayetî ve dinale?! Ji ber ku 31’ê Tebaxên me ji Newrozên me zêdetir in. Newroz yek roje, 31’ê Tebaxan bi sed salan e. Ya niha bi lez û bez ew giyayê xiyanetê ji kokê ve derdixîne rêvebirên Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an e ku niha bi rengekî eşkere xeta xiyanetê ji xeta welatparêziyê cuda kiriye û her tim şermezar û lewaz dike."