MEBYA-DER’ê serdana malbata Arslan kir

MEBYA-DER, çû serdana malbata Hakan Arslan ê cenazeyê wî di kîs de hat dayîn.

Cenazeyê Hakan Arslan ê sala 2016’an di berxwedana rêveberiya xweser de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bû, di encama têkoşîna bi 6 salan a malbatê de 29’ê Îlona 2022’yan di kîsekî de dabûn bavê wî. Wêneyê bavê Hakan Arslan ê dema derketina ji Edliyeya Amedê hêj di rojevê de ye.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), serdana konê sersaxiyê yê Arslan ê li gundê Çawreş ê Qereyaziya Erziromê kir.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag ê sersaxî ji malbatê re xwest, destnîşan kir ku zilma malbat rû bi rû bûye, ji polîtîkayên bi faşîstî yên dewleta Tirk li ser Kurdan pêk tîne ne qut e.

EM VAN POLÎTÎKAYAN QEBÛL NAKIN

Karadag da zanîn ku Hakan Arslan 6 sal berê li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Malbat ji kengî ve bû ji bo girtina cenazeyê kurê xwe têdikoşiya. Çend roj berê cenaze di kîsekî de radestê malbatê kirin. Em vê polîtîkaya li dijî nirxên xwe qebûl nakin. Ev ne yekemîn û wê ne ya dawîn be jî. Çimkî sala 2020’î cenazyê Agît Îpek û sala 2021’î jî yê Mazlûm Arslan û çend meh bi şûn de cenazeyê Zindan Yeniyê bi kargoyê şandin ji malbatê re. Îcar jî cenazeyê Hakan Arslan di qutî û kîsekî de radestê malbatê kirin.“

EM MALBATÊN XWE BI TENÊ NAHÊLIN

Karadag anî ziman ku ev polîtîkayên zilmkirinê ne û got: “Bi salan bû taziyeyên vê malbatê diçûn û dihatin. Çimkî hêj cenaze nedîtibûn. Bi vî awayî xwestin ku malbatê bêhtir biqehirînin, êşa wan zêde bikin. Me malbatên xwe tu car bi tenê nehiştine û em nahêlin. Em tim bi malbata Arslan re bûn. Ji destpêka pêvajoyê ve em bi hev re têkoşiyan. Lewma em dizanin ku gefên çawa li malbatan dixwin, êrîşên çawa dikin.“