Arslan ê ku cenazeyê kurê wî di kîsekî de xistin destê wî, qala zilma 6 salan kir

Alî Riza Arslan ku destpêka hefteyê hestiyên kurê wî di kîsekî de xistin destê wî, qala zilma 6 salan kir û got, "Zor û zehmetiya 6 salan a ji bo wergirtina cenaze li aliyekî, zilma roja wergirtina cenaze li aliyekî."

Êrîş, êşkence û heqaretên dewleta Tirk ên li dijî cenazeyên Kurdan salên dawî bi rêk û pêk bû, hîn metirsîdar bû.

Bi taybetî van 7 salên dawî êrîşên li ser goristanan, êşkenceya li cenazeyan, dirêjkirina pêvajoya li tipa edlî, binpêkirina mafê malbatan ê ji bo şînê, mîna polîtîkayekê ji her demê bêhtir giran bû.

Hakan Arslan sala 2016'an li navçeya Sûr a Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan destpêka hefteyê xistin hundirê kîsekî û dan destê bavê wî Alî Riza Arslan.

Alî Riza Arslan rahişt kîsê ku tê de hestiyên kurê wî hebû û bi vî kîsê di hembêza xwe de ji Edliyeya Amedê derket. Ev zilma ku wêneyê wê hate kişandin bû sedema nerazîbûneke mezin.

Bav Arslan ji ANF'ê re qala 6 salên dawî kir ku çawa hewl da cenazeyê kurê xwe werbigire û hestên xwe yên piştî wergirtina cenaze vegot.

Malbata Arslan a ji 9 kesan, li gundê Çavûşkoy ê navçeya Qereyazi ya Erzîromê dimîne. Malbateke welatparêz e, dilsozê nirxên Kurdîtiyê ye.

Herêmên Xinûs û Qereyazi ku raperîna Şêx Seîd lê der bû, herêmeke ku malbata Arslan ji zûdeyî lê dimîne.

Bav Arslan dibêje 7 zarokên wan hebûn, lê niha tenê 6 sax in û tîne ziman ku kurê wî Hakan ê çend roj berê cenazeyê wî wergirt, êdî di nava wan de nîne.

Bav Arslan diyar kir ku Hakan hîn ji zarokatiyê ve yekî gelekî rêzdar û têgihiştî bû, bi xwişk û birayên xwe re li hev dikir.

Bav Arslan ragihand ku Hakan li gund alîkarî bi wî re dikir, lê havîna sala 2015'an jê re got ku dixwaze biçe Stenbolê li gel kekên xwe bixebite û ew jî jê re nebû asteng.

'EZ BI ŞEHADETA KURÊ XWE HESIYA BÛM'

Bav Arslan wiha dewam kir, "Kekên wî di karê înşaetê, ew jî di karê tekstîlê de dixebitî. Ez jî difikirîm ku wê salê wî dergistî bikim. Dema ku dayika wî pê re axivî û jê re got, wî jî ji dayika xwe xwest ku hinekî demê bide wî. Me jî jê re got 'Temam'. 8 roj piştî vê axaftina me me nekarî agahiyê jê bigirin. Piştî 7 meh û 20 rojan di televîzyonê de nûçe hate weşandin ku li Sûrê ji ber xwîn gelekî jê çû, şehîd bûye. Ji xwe çend roj beriya vê nûçeyê min timî hîs dikir ku wê tiştekî nebaş bibe. Giraniyek bêwate li ser min hebû. Şevek beriya bihîstina şehadeta wî di televîzyonê de dîmenê teqîneke mezin a li Sûrê hate weşandin. Me bi hev re lê temaşe dikir. Piştî rojekê dema ku li gund bi hevalên xwe re rûdiniştim, min ji wan re got, 'Hîs dikim ku tiştek bi serê kurê min hatiye'. Ji xwe êvarê di televîzyonê de nûçeya wî dan."

'6 SALAN LI BENDA AGAHIYÊ BÛM'

Bav Arslan ragihand ku dema bihîst berf li erdê bû, tevî ku şert û mercên zivistanê gelekî giran e jî wî yekser berê xwe da Amedê û qala 6 salên têkoşîna ji bo wergirtina cenaze kir:

"Piştî ku min bihîst yekser çûm Amedê, li wir jî min bihîst ku kurê min şehîd bûye. Hevalekî wî ez li derdora Sûrê digerand, min şopa lingê Hakan hîs dikir li her derê. 6 salan min li ber xwe da ku cenazeyê kurê xwe werbigirim. Her wiha carekê ji bo çavê min bitirsînin 10 rojan ez girtin. Di nava 6 salan de her roj ji bo min zindan bû. Ji bilî dawiya hefteyê her 5 rojan guhê min li telefonê bû, çavê min li rê bû. Li benda agahiyek ji Hakan bûm. Heta Sibata 2021'ê bi hêviya ku 'îro wê agahî bê' jiyam. Di Sibata 2021'ê de geriyan û gotin ku cenaze ji Sûrê hatiye derxistin. Beriya wê 3 caran me dozger şand wê herêmê, lê belê got ku emniyet li wir kar dike, cenaze li wir nîne."

'PÊVAJOYA TIP A EDLÎ'

Bav Arslan anî ziman ku piştî cenaze hate derxistin bi 3 mehan tevî hevsera xwe ji bo testa DNA'yê wan xwîn dan û got, "Ji Emniyetê il min geriyan û xwestin ku mînaka DNA'yê bidim. Mînaka ku min da derdora ji sedî 50-60 lê hat, lê diyar e têrker nedît ku vê carê piştî 3 mehan DNA ya dayika wî xwestin. DNA'ya dayika wî ji sedî 95 lê hat. Piştre jî cenazeyê me şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ji bo otopsiyê. 9 mehan li wir ma. Di 25'ê Tebaxa derbasbûyî de ji parêzerê me telefonek hat û gotin ku dikarin cenazeyê xwe werbigirin. Me jî amadekariyên xwe kir û roja Duşemê em bi hev re hatin."

'HÛN Ê CENAZE BI VÎ RENGÎ BIDIN MIN?'

Bav Arslan diyar kir ku dema ji bo wergirtina cenaze çû Edliyeyê qet texmîn nedikir ku cenaze di hundirê qutiyekê de bidin wî û got, "Ji min hebû ku cenazeyê xwe ji tip a edlî werbigirim. Dema em çûn edliyeyê jî min got em tenê ji bo karên fermî çûne. Ji ber ku negotibûn ku wê li wê derê cenazeyê me bidin me. Piştre cenaze anîn, kîs vekirin, CD'yek tê de hebû, ew jê dexistin û kîs dan min. Dema ku min ew hestî dît, gelekî êşiyam. Min ji wan pirsî 'Hûn ê cenaze bi vî rengî bidin min?' Gotin ku ji Tip a Edlî ya Stenbolê bi vî rengî hatiye, wê bi vî rengî bidin min. Min devê kîs careke din girê da, xist hembêza xwe û derketim derve. Kesî nikarîbû li wê rewşê îdare bikira, lê belê Xwedê îrade da min û min îdare kir. Zor û zehmetiyên ku 6 salan min kişand li aliyekî, roja ku min cenaze wergirt li aliyekî."

'DEMA KU MIN WÊNE DÎT, MIN GOT EZ MIRIME'

Bav Arslan anî ziman ku dema cenazeyê kurê xwe wergirt ji aliyekî ve kêfxweş bû ku dîtiye, li aliyê din jî bi zora wî çû ji ber ku bi vî rengî wergirtiye û got, "Mirovahî bi kê re hebe wê ji vê rewşê şerm bike. Ji ber ku cenazeyê mirovekî miribe di darbestê de tê dayin, ne di kîs de. Ji xwe piştre dema ku hatim malê, gava min wêneyê xwe yê li ber edliyeyê dît, min mirina xwe hîs kir. Dema ku wî wêneyî dibînim jî gelekî bi hêrs dibim, aciz dibim. Xwişka min xwest wêne jê bibe, lê belê min nexwest jê bibe, ku bila li cihekî bimîne."

'TIMÎ HATIM ŞOPANDIN'

Bav Arslan ragihand ku piştî ji edliyeyê derket, hestî di rê de xist darbestê û got, "Min cenaze anî xist wesayitê û li ambûlansê geriyam. Di rê de li cihekî me kefen vekir, darbest danî, hestî bi rêzê bi cih kir û ber bi gund ve bi rê ket. Gava em gihîştin gund jî çûn goristanê û spart axê. Yekîneyên jendermeyan ên Amed, Erzîrom û Qereyaziyê timî ez dişopandin. Bi taybetî îstîxbarata jendermeyan ez timî şopand û çûn û hatina min kontrol kir. Nehiştin ku li mala serxweşiyê şînê deynin. Gotin 'li pêşiya mala xwe şînê deynin'. Xwestin ku girse zêde nebe. Gotin ku hem xwe hem jî wan tengav nekim."