HPG tol hilanî: 16 dagirker hatin cezakirin, 4 çeper hatin îmhakirin

HPG: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola xelkê me yê li Kifrî, Şengal û Mexmûrê hatin qetilkirin, çalakî kirin. Di encamê de 16 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyek û 4 çeper hatin îmhakirin. Derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî parve kir:

"Artêşa Tirk ku li hemberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xitimî ye, êrîşê dibe ser gelê Kurd ê sivîl û bêguneh. Dewleta Tirk her ku derbê ji gerîla dixwe û planên xwe yên dagirkeriyê bêencam dimîne, gelê me qetil dike, faşîzmê sor dike û hewl dide rejîma faşîst motîve bike. Gelê Kurdistanê ku bi Rêber Apo û PKK'ê re hînî berxwedana bi rêbaza rast û şer bû, heta niha serê xwe li ber dagirkeran netewand, ji niha û pê ve jî wê ti carî teslîm nebe, her wiha wê rê nede xayin nokeran û bi berxwedanê teqez azadiyê misoger bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku dilê xwe timî ji bo gelê me lê dide, ji bo hilanîna tola xelkê me yê li Kifrî, Şengal û Mexmûrê hate qetilkirin, çalakî lidar xistin.

Di 5 çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 16 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, cebilxane û 4 çeperên dagirkeran hatin îmahkirin. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky û helîkoptereke êrîşê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Bexwedanê 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi helîkopterên êrîşê, 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi çekên giran bombe kir. Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndara hîn jî hewl dide tunelên şer birûxîne. PDK jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hîn jî bi hevkariya artêşa Tirk hewl dide rê çêbike.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26'ê Tebaxê saet di 21:35'an li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla lidar xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê xwe berdan nava dagirkeran, ketin nava çeperan û bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk 3 çeperên dijmin rûxandin û 8 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk û sûîqestê li çepereke dagirkeran xistin û 2 dagirkerên tê de ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Tîmên me bi rêbaza teyrê baz û serketî çalakiyeke encamgir lidar xistin. Di dema vekişînê de êrîşa hewayî hate kirin û di vê êrîşê de hevrêya me Ronahî Devrîm şehîd bû.

DI ÊRÎŞA HEWAYÎ DE HEVRÊYA ME RONAHÎ DEVRÎM ŞEHÎD BÛ

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ronahî ya ku şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Ronahî Devrîm
Nav paşnav: Berfîn Serhatli
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-bav: Fatma-Ferhat
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Serhedê xurt bû, gelê me yê Serhedê firsend dît ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike û bi baweriyeke mezin bi Partiya me ve hatin girêdan. Bi vê wesîleyê bi hezaran zarokên xwe tevlî nav refên azadiyê kirine. Malbat û hevala me Ronahî jî ev taybetiyên welatparêziyê bi dest xistine. Gelek xizmên hevrê Ronahî tevlî nav refên gerîlayan bûne. Ev tevlêbûn bandoreke mezin li ser hevrê Ronahî kiriye û wê jî biryar daye ku tevlî nav têkoşîna azadiyê bibe. Hevrê Ronahî demekê di nav xebatên ciwanan de cih girtiye û dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê li Şengal û Rojava kir û qetlîam kirin, hevrê Ronahî di sala 2015’an de li Bazîdê tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Piştî tevlêbûnê demeke kurt li Qada Tendûrekê maye û li vir bûye şahidê jiyana gerîla, gelek tecrubeyên hevalên xwe ji xwe re kiriye esas û xweperwedekirin ji xwe re kiriye armanc. Heval Ronahî di nava demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyayan bûye. Hevrê Ronahî piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û li vir perwerdehiya şervanên nû stendiye. Ji ber ku wê demekê li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kiriye, li gorî hevalên xwe tecrubetir bûye. Di dema perwerdehiyê de wê alîkarî dayên hevrêyên xwe û ji bo ku hevalên wê hînî jiyana gerîla û çiyayan bibe, wê roleke girîng lîstiye. Hevrê Ronahî 3 salan li Qada Heftanînê têkoşiyaye, bi kesayetiya xwe ya kedkar û mutewazîbûna xwe bala hevalên xwe kişandiye. Hevrê Ronahî bûye milîtaneke xwedî însîyatîf û bi vê taybetiya xwe di kesayetiya xwe de taybetiyên fermandariyê de geş kiriye. Hevrê Ronahî dizanibû ku divê fermandereke PAJK’ê di warê îdeolojîk û leşkerî de divê jîr û profesyonel be û li ser vî esasî xwe perwerde kiriye. Berê li akademiya jinên azad a leşkerî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde bûye û bingeha taybetiyên îdeolojîk ên fermandarekê li vir daniye. 

Hevrê Ronahî her dem ji hevalên xwe re qal dikir ku ew dixwaze biçe Bakurê Kurdistanê û li hemberî dewleta Tirk a dagirker şer bike û ji bo ku xwe di taktîkên şer ên serdema nû de xurt bike, derbasî akademiyên leşkerî bûye û perwerdehiyên pisporiyê stendiye. Hevrê Ronahî bi helwesta xwe ya pêşeng di nav perwerdehiyê de bi awayekî xwezayî mîsyona fermandariyê stendiye. Ji ber vê di van perwerdehiyan de peywira fermandariyê stendiye û bi qasî 2 salan ji hevalên xwe re fermandarî kiriye û yeko yeko bi perwerdebûna wan re eleqedar bûye. Ji bo ku taktîkên gerîla yên serdema nû baş were fêmkirin û pêkanîn wê kedeke mezin daye. Heval Ronahî wekî fermandareke YJA Starê tevlî gelek xebatên navendî bûne yên ku baweriyeke mezin û hesasiyet hewce dike. Ew tevlî gelek xebatên krîtîk bûye û bi tarza xwe ya xebat, tempo û baweriyê dide, hevalên wê hurmeteke mezin nîşanî wê dane.

Di sala 2021’an de artêşa Tirk a dagirker dema ku êrîşî Avaşînê kir ji bo ku ew ji êrîşan re bibe bersiv û tola hevalên xwe yên şehîd bistîne, derbasî qada Avaşînê bûye û li hemberî dagirkeran şer kiriye. Wê li Avaşînê taktîkên serdema nû yên gerîlatiyê bi awayekî serkeftî pêk aniye û di gelek çalakiyan de derb li dijmin xistiye. Di warê geşkirina tarza şerê tîmên bi tevger û çalakiyên encamgir de wê pêşengtî û fermandarî kiriye. Ew di şerê îsal de wekî fermandareke YJA Starê ya pêşeng bûye fermandareke tîmên bi tevger. Bi saya keda heval Ronahî û tîmên bi tevger ên di bin fermandariya hevrê Ronahî de êrîşên dagirker ên dijmin hatine sekinandin. Hevrê Ronahî peywira xwe ya dîrokî bi awayekî serkeftî bi cih aniye û di dema çalakiyekê de piştî şerekî qehremanî şehîd bûye. Heval Ronahî ji bo hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê bû, ew ê bi şehadeta xwe pêşengtî û fermandariyê ji hevrêyên xwe re bike.

Di serî de malbata hêja ya welatparêz ku jineke leheng a mîna hevrêya me Ronahî da gelê me, em sersaxiyê ji tevahiya xelkê xwe yê Erdîşê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku li ser xeta şehîdan bimeşin û bi ser bikevin.

DERB LI SKORSKY HAT XISTIN

30'ê Tebaxê saet di 21:05'an de li helîkoptereke Skorsky ku dixwest leşkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê deyne, bû hedefa hêzên me. Helîkoptera Skorsky a ku derb ji hêzên me xwar, bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê deyne, neçar ma ji herêmê biçe.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

30'ê Tebaxê helîkoptereke êrîşê ku dixwest bi şev bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarîne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Bi destwerdana hêzên me re helîkopter neçar man ji qadê biçin.

30'ê Tebaxê saet di 22:00 de tîmên me yên bi tevger li helîkopterên êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bibarîne. Di encamê de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û piştre jî helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

30'ê Tebaxê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li qada Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li dagirkeran xistin ku li dora cebilxaneyekê li hev kom bûbûn. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û cebilxaneya dagirkeran hate îmhakirin. Piştî çalakiyê li cebilxaneya hate îmhakirin li pey hev teqîn çêbûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

30'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê cûdî, Saca û Şikefta Birîndara, çeperên şer 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Werxelê hewl da ku çeper û tunelên şer bi kepçeyan hilweşîne. Dagirkeran hewl dan kûçikan bişînin tundirê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê, lê belê kûçik neketin hundirê tunelan.

30'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Şehîd Adil 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

30'ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM geriyan.

30'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Sîda 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil, Çemço û Sîda bi dehan carî bi çekên giran hatin bombekirin.

PDK HÎN JÎ RÊ JI DAGIRKERAN RE ÇÊDIKE

Hewldanên hêzên PDK'ê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dewam dikin ku bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker rê çêdike. Di şeva 30'ê Tebaxê de di dema çêkirina rê de leşkerên Tirk ên dagirker bi feneran rê nîşanî hêzên PDK'ê dan û ew koordîne kirin."