Xizmên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin

Malbatan ji bo azadiya girtiyan bang li partiyên siyasî û Wezareta Edaletê kirin û "Em ne mafê xatirxwestinê mafê jiyanê dixwazin. Ji bo edaletê hîn jî ne dereng e."

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan 288 roj in li Amedê dewam dike.

Malbatan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê hatin ba hev û careke din xwestin, girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan tavilê bêne berdan.

Endam û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Înîsiyatîfa 78'an a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Yek ji xizmê girtiyan Herdem Merwanî got, "Me gelek caran daxwazên xwe anîn ziman, lê hîn jî çareserî nehatiye dîtin. Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê pir giran e. Girtiyên nexweşên giran ên ku tên berdan piştî demekê jiyana xwe ji dest didin."

‘EM NE MAFÊ XATIRXWESTINÊ MAFÊ JIYANÊ DIXWAZIN’

Merwanî wiha berdewam kir: “Em ji vê derê bang dikin, em ne mafê xatirxwestinê, mafê jiyanê dixwazin. Divê her kes li beramber daxwazên me bi rengekî bi rûmet nêzik bibe. Ji ber ku daxwaza mirovahiyê ye. Tevî ku daxwazên me ewqas mirovî ne lê, hîn jî nehatine bicihanîn. Me bi hezaran caran ev pirsgirêk aniye ziman."

Merwanî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan  û wiha got: "Girtiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo mirovahiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Daxwazên wan daxwazên me ne."

Merwanî bang li partiyên siyasî û Wezareta Edaletê kir ku demildest daxwazê wan bi cih bînin.

Merwanî diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her roj girantir dibe û anî ziman ku ew ji ber xeberên ne baş ên li girtîgehan bifikar in.

'GELEK TIŞTÊN XIRAB QEWIMÎN LÊ, JI BO EDALETÊ HÎN JÎ NE DERENG E'

Merwanî her wiha got: "Lewma ger ku partiyên siyasî û Wezareta Edeletê bi rastî jî bixwazin tiştek bikin, niha tam dema wê ye, ne dereng e. Helbet gelek tiştên xirap qewimîn lê, hîn jî ne dereng e. Bila ev mijar di Meclîsê de bibe rojev û partiyên siyasî di nav hev de çareseriyek bibînin. Bila di nava xwe de pirsgirêka dîplomasiyê çareşer bikin. Bila bibin çareseriya daxwazên malbatan."

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.