Polîsan li Midyadê ciwanek qetil kir

Polîsan li navçeya Midyadê bi guleyan ciwanê bi navê Adem Kara (21) qetil kir.

Di bazara sewalan a taxa Işiklar a navçeya Midyadê hatiye danîn de polîsan gule berdan ciwanekî. Di encama gulebaran polîsan de ciwanê bi navê Adem Kara (21) bi giranî birîndar bû.

Kara yê birîndar bû, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê kirin.

Ligel hemû mudaxleyan jî Kara jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Kara rakirin morgê, hat diyarkirin ku wê piştî otopsiyê cenaze radestî malbatê bikin. Cenazeyê Kara wê li Goristana Kalo ya Midyadê bê veşartin.