Şandeya YNK’ê: Em ê her tim piştevanê we bin

Şandeyek ji şaxa YNK’ê ya Mexmûrê serdana kona sersaxiyê ya ji bo welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû hatî danîn, kir. Şandeyê destnîşan kir ku divê tu kes li hemberî vê bûyerê bêdeng nemîne.

Di 29’ê Tebaxê de balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk dagirker malek a penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.

Duh cenazeyê Ebûzêd bi awayek girseyî hate veşartin. Ji bo Ebûzêd li ber der malê konê sersaxiyê hatiye danîn. Xelkê wargehê kom bi kom serdana şînê dikin û sersaxî ji malbatê re dixwazin.

Di vê çarçoveyê de şandeyek a Malbenda 20 ya Qereçox a Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) serdana konê sersaxiyê kir û sersaxî ji malbatê re xwest.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel ku pêşengtiya şandeyê dikir axivî û got: “Em bi vê bûyerê pir xemgînin, em ê her tim piştevanê we bin, hûn li hember van bûyeran tu caran bêdeng nebûne. Pêwîste kes li hember vê bûyerê bêdeng nemîne, çi ji destê me bê em ê bikin, serkeftin a gelê Kurd e.”