Li Kerkûkê 13 çeteyên DAÎŞ’ê hatin destgîrkirin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê 13 çeteyên DAÎŞ’ê ku hin ji wan serçete ne, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê we hatin destgîrkirin.

Tevî ku Serokwezîrê berê Heyder Ibadî di Çileya 2017’an de ragihandibû ku wan DAÎŞ têk birine, lê hîn jî êrîş, li û tevgera şaneyên veşartî yê DAÎŞ’ê bi giştî û bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê berdewam e. Zêdebûna wan êrîşên DAÎŞ’ê li wan herêman çavkaniya xwe ji valatiya ewlehiyê ya li navçeyên bi nakok digire. Tevî vê yekê ku bi berdewamî operasyonên berfireh ên hêzên Iraqê li dijî DAÎŞ’ê li wan herêman tên kirin jî lê li wan herêman DAÎŞ’ê bi hezaran car êrîş pêk aniye. Operasyonên tên kirin ne tenê kariye pêşiya liv û tevgerîna DAÎŞ’ê bigire, roj bi roj liv û tevgerîna wan li herêmê zêdetir bûye.

Îro Dezgeha Asayîşa Niştîman ya Iraqê ya Parêzgeha Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan du komên terorîstî destgîr kirine ku destê wan di bi dehan kiriyarên terorîstî û şer ê li dijî hêzên ewlekariyê hebûye. Hate diyarkirin van çeteyan plan kirine ku çend kiryarên din ên terorîstî li bajarê Kerkûkê pêk bînin.