Polîsan daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin

Polîsan dor li xizmên girtiyan girtin ku li ber Edliyeya Wanê hatin ba hev û nehiştin daxuyanî bê dayîn.

Li Wanê Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, dewam dike.

Xizmê girtiyan li ber Edliyeya Wanê hatin ba hev. Tevgera Jinên Azad-TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) jî piştgirî dan malbatan.

Xizmê girtiyan ku xwestin li ber edliyeyê daxuyanî bidin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin û wan dorpêçkirin.

Hevseroka TUAY-DER a Wanê Edîbe Babûr nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û destnîşan kir ku ev astengî nehiqûqî ye û divê guh bidin daxwazên malbatan. Li ser nerazîbûnên Babûr, midûrê polîsan ji malbatan re got, herin mîtînga îro ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Parka Musa Anter û daxwazên xwe li vê derê bêjin.

Rojnamevanên ku nobeta edaletê dişopandin, di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin, dîmen kişandina wan asteng kirin û ji qadê hatin dûrxistin.

Nobeta Edaletê piştî aloziya di navbera malbat û polîsan de bi dawî bû.