Malbata Şenyaşar 'Pêşangeha Edaletê' vekir

Malbata Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekir.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hevser û du kurên wê qetil kirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, 9'ê Adara 2021'ê ji bo cara 542'an li Nobeda Edaletê dest bi çalakiyê kir.

Dayik tevî kurê xwe serê sibehê hat ber Edliyeya Rihayê. Ji ber 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û ji ber bidawîbûna betlaneyê û destpêkirina sala edlî, malbata Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê 'Pêşangeha Edaletê' veekir. Li pêşangehê, wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin û karîkaturên li ser Emîne Şenyaşar û edaletê hatin nîşandan. Kesên têne edliyeyê jî li 'Pêşangeha Edaletê' digerin û agahiyan ji malbatê werdigirin.