Nûda: Şikestina polîtîkaya qirkirinê wê li Îmraliyê destpê bike

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku şikestiya siyaseta qirkirinê wê li Îmraliyê destpê bike û got, "Bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me re wê azadî û çareserî belav bibe."

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Hêvî Nûda destpêka axaftina xwe de di şexsê endama Meclîsa PAJK'ê Bêrîvan Zîlan û Jiyan Amargî, Rojda, Karker û Dogan de şehîd hemÛ bi rêz û minet bi bîr anî û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re anî ziman. Her wiha şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên li dijî dagirkeriyê şerekî giran dimeşînin û dijmin têk dibin, silav kir.

'BINDEST BI AKP'Ê RE DI HEMAN KEŞTIYÊ DE NÎNIN'

Hêvî Nûda anî ziman ku pirsgirêka Kurd a nehatiye çareserkirin rastiya gelên Tirkiyeyê ye ku bi rêveberiyeke dewletê a li ber krîz û hilweşînê bêçare û xizan hatine hiştin. Hêvî Nûda got, "Dewlet her lawazbûn li pêşberî rastiya Kurd ê azad qebûl nake, polîtîkaya şer dixe meriyetê, her ku bêhtir serî li tundî û dijwariyê dide, hîn bêhtir lawaz dibe. Di ser re, Erdogan ê faşîst û rejîma wî radibin dibêjin 'em di heman keştiyê ne' û hewl dide gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, çîna bindest bi taybetî jî jin û zarokan di nava vê rewşa xwe de bifetisîne. Em rêwiyê heman rêyê nînin, em di heman keştiyê de nînin. Keştiya faşîzma AKP-MHP'ê bi şerê qirêj û taybet, bi neteweperestî, olperestî, bêexlaqî, derew, komplo, destavêtin û mişkên cehaletê dagirtî ye. Her derê wê keştiyê êdî kul kulî bûne. Mirovên bindest, gel, jin ne yên vê keştiyê ne, cihê wan tê de nîne. Lê belê şerê taybet ê giranbûyî hewl dide atmosfereke welê biafirîne ku her kes di heman keştiyê de ne û bi vî rengî civakê jî bi xwe re noq bike."

'JI ALIYÊ MADÎ Û MANEWÎ VE BÊKONTROL ÊRÎŞ DIKIN'

Hêvî Nûda anî ziman ku kiryarên TIR ên Cengîz Holdîngê yên li Dêrikê, rewşa hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê bi rengekî şênber radixin pêş çavan û wiha dewam kir, "Çawa ku van du TIR'an pê li mirovên li qadê kirin, desthilatdariya AKP-MHP'ê jî pê li civakê, nirxên wê, mirovahiyê, exlaq û hemû bedewiyên mirovahiyê dike. Ji xwe gava ku mirov bala xwe dide ser şêweyê rûdana vê bûyerê tê dîtin ku mîna qezayekê nîne. Bi qasî ku ne qeza yan jî tesadufî be, bûyereke rêxistinkirî ye. Dewleta Tirk a ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Amediyê tengav bûye, ji hêzê dikeve, ji ber vê yekê naxwaze ti astengiyê li pêşiya xwe bibîne. Çawa ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên ku bi îradeyeke mezin li ber xwe didin, bi rengekî bêpîvan çekên kîmyewî bi kar tîne, ji aliyê madî û manewî ve jî bêkontrol êrîşî civakê dike. Dixwaze bibêje, 'li pêşiya min nesekinin, mîna TIR ên Cengîz Holdîngê ez ê pê li we bikim'. Faşîzma AKP-MHP'ê ku li çiyayên Kurdistanê bêsînor, bêkontrol û bêpîvan hêz û çekan bi kar tîne, li bajarên Kurdistanê jî hewl dide bi rêbazên cuda van pêk bîne. Bi vê wesîleyê ji malbatên mirovên me yên di vê êrîşa bi navê qezayê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê dixwazim, ji birîndaran jî şîfa xêrê hêvî dikim. Bang li gelê me dikim ku hesabê vê komkujiyê bipirse û hay ji van êrîşên AKP'ê hebe."

'HETA KU KARIBIN WÊ HEWL BIDIN DEWAM BIKIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda ragihand ku hikumeta AKP-MHP'ê welê lê hatiye ku êdî nikare biçe û got, "Mîna ku Rêber Apo beriya bi salan got, rêveçûneke bi vê rêbazê bêencam e. Bi vî rengî ku Rêberê me beriya bi salan pêşdîtina wê kir, polîtîkayên êrîşê yên AKP'ê yên li ser gelê Kurd û tevgera azadiyê, her wiha armancên xwe yên hegemonya herêmî, berdêlên giran bi xwe re tînin. Lê belê weke refleksa desthilatdariyê, baş zane ku rawestandin ji bo wê tê wateya têkçûnê, lewma mîna TIR'eke şer heta jê tê diajo. Di vê rêya bi xwîn de welê meşiya ku veger êdî jê nîne. Ji ber vê yekê bi rengekê bêfren êrîşî derdorê dike û vê jî ji bo xwe weke çareya bingehîn dihesibîne. Sûcê şer, sûcên exlaqî, mirovî, madî û manewî gelek sûcên mezin kirine û êdî nikare van veşêre. Bala xwe bidinê kadroyên bi salan li dora xwe dixebitandin, diguherîne. Ji Serokê MÎT'ê heta bi Serokê Fermandariya Giştî hemû şirîkê heman sûcî ne, lewma hewl didin vê şirîkatiya xwe heta dawiyê dewam bikin."

'POLÎTÎKAYA KU LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR, BELAV DIBE'

Hêvî Nûda ragihand ku rejîma hewl dide bi êrîşên piralî li ser desthilatdariyê bimîne û wiha dewam kir, "Çavkaniya bingehîn a van êrîşên piralî jî êşkenceya tecrîda giran a li ser Rêber Apo ye. Ev polîtîka ji vir da destpêkirin û dike sîstem; li gorî jiyanê, polîtîkayê, stratejiya lekşerî û taktîkan bi rêk û pêk dike. Ji ber ku Rêber Apo rêberekî sosyal3ıst ê mirovahiya bindest û rêberê neteweyî yê gelê Kurd e, her êrîşa li dijî wî tê kirin tê wateya êrîşa li ser Kurdan û tevahiya mirovahiyê. Bêguman ji ber samîmiyet û pêşengiya xwe ya di têkoşîna azadiyê ya jinê de, her wiha tê wateya êrîşa li dijî jinan. Ji xwe her kes dibîne ku êrîşên bi vî rengî li ser Kurdan, jinan û mirovên demokrat çiqasî hatine girankirin. Ji ber êşkenceya tecrîda giran, agahî qet ji Rêber Apo nayê wergirtin, lê belê em baş zanin ku bi rengekî mezin li ber xwe dide. Tecrîda girankirî, cezayên hucreyê yên di nava hucreyê de vê rastiyê bi rengekî şênber nîşan dide. Ev yek tê wê wateyê ku Rêber Apo di hest, fikir û beden de têk naçe. Gerîlayên me hêzê ji vê yekê digirin û li dijî dijmin jî bi hêz, ruh û têgihiştina vê yekê şer dikin.

Şikestiya vê polîtîkaya qirkirinê ji bo Kurdistanê û herêma me gelekî girîng e, diyarker e. Şikestina vê polîtîkaya qirkirinê wê li çavkaniya xwe yanî li Îmraliyê destpê bike û bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me re wê pêl bi pêl mîna azadî û çareseriyê belav bibe. Ji ber vê yekê ji bo Kurdan gelekî girîng e ku berê xwe li azadiya fîzîkî ya Rêberê me be, karên xwe li ser vê bingehê bimeşîne, paradîgmaya Rêbertî heta ji wan tê belav bikin, bi mirovahiyê bidin naskirin."

Wê dewam bike...