Dayika di Nobeta Edaletê de Gulan Ateş rakirin nexweşxaneyê

Gulan Ateş a ku kurê wê Kûrbanî Ozcan bi êşkenceyê hatibû destgîrkirin, di roja duyemîn a Nobeta Edaletê de ne rihet bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Bi raporan hatibû tespîtkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 3’an a Amedê êşkence li girtiyê edlî Kûrbanî Ateş hatiye kirin. Dayika wî Gulan Ateş ji bo ku êşkenceya li ser kurê wê biqede û kurê wê neqlî Erziromê bibe, li pêşiya Edliyeya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.

Di roja duyemîn a çalakiyê de dayik Gulan Ateş ne rihet bû û ew rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî. Tedawiya dayikê li nexweşxaneyê didome.

Hate diyarkirin Ateş duh li otogarê maye û li vir serma girtiye.