KURDISTAN
Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.
Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin.
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva sereke di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de avakirina civakî be.”
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin. Êrîş bi giranî li Zap û Metînayê têne kirin. Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşan.
Hemû Nûçe
-
HPG: Rêya gerîlatiya serketinê dan ber me
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Fermandarên me yên ku bi ruhê serketinê şer kirin û bi erka pêşengiyê rabûn, rêya gerîlatiya serketinê dan ber me."
-
-
Bayik: Kî dijminatiyê li Kurdan bike wê winda bike
Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Kurd ji berê xurtir e û got, "Kurd di navenda siyasetê de ne, çarenûsa herî kesî diyar dikin. Eger hevsengî û statuyên nû wê bêne danîn, ev yek bêyî Kurdan nabe. Kî dijminatiyê li Kurdan bike, wê winda bike."
-
-
-
-
-
-
-
-
Li qada cengê doktorbûyîn
Her du doktorên ku bi salên dirêj ku hem li çiyayên Botanê şer dikin, hem ji hevrêyên xwe re bûn derman. Di bin şert û mercên zehmet ên çiya de ji pêkanîna erkên xwe serfiraz û serbilind in û ji bo sererastkirina kêmahiyên heyî jî, di nava hewldanê de ne.
-
-
-
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Dagirker ji bo ku berxwedana gerîla bişkînin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî êrîş dikin.
-
-
-
-
-
Berdevkê YPG'ê: Êrîşên dewleta Tirk bûn hêvî ji DAÎŞ'ê re
Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê cîhan ji bîr neke ku DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk re bêhtir bi hêvî bûye û destnîşan kir ku li dijî rêxistiniya DAÎŞ'ê divê cîhan bi erka xwe rabe. Her wiha diyar kir ku armanca wan ji operasyona dawî, ewlehiya herêmê ye.
-
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di bin fermana şehîdan de, li ser xeta şehîdan em ê bênavber têbikoşin û doza xwe ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixînin."
-
-
Dema bikaranîna bombeya 'Bi bandora Hîroşîmaya Biçûk'
Dewleta Tirk li ber bêdengiya cîhanê her roj çekên taktîk nukleer li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar tîne. Dîmenê dema teqîna vê bombeyê ku mîna 'Hîroşîmayeke Biçûk' bandorê dike, vê carê li Qada Karker a Zapê hate kişandin.
-
Bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin
Yek ji du gerîlayên ku li çiyayên Avaşînê bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin şehîd Amara Botan bû. Herdu gerîlayên jin, ji bo hilanîna tola welatê xwe yê dagirkirî heta kêliya dawî li dijî dijmin li ber xwe dan.
-
-
CPT: Di nava 7 salan de 123 sivîl hatin qetilkirin
Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî û topan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne û ragihand ku 123 kes hatine qetilkirin.