Nobeta Edaletê ya Amedê: Bila zarokên me bên berdan

Li Amedê xizmên girtiyan di roja 289’emîn a Nobeta Edaletê de bang kirin divê girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediyane werin berdan.

Nobedat Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatiye destpêkirin, di roja 289’emîn de li ber Edliyeya Amedê dewam dike.

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Mezopotamya ya Çanda Ziman û Lekolîne (MED-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya 78'an ê Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada axivî û diyar kir ku tiştên ku li ber edliyeyê diqewime ji mirinê zehmettir e.

Ada wiha dewam kir: “Dema cezayên zarokên m diqedin, pirs dikin ‘Hûn poşman in yan ne?” Zarokên me jî dibêjin, ‘We 20-30 sal ceza da me. Em ji bo şerefa xwe, ji bo rûmeta xwe, ji bo zimanê xwe ketine vê rêyê û em ne poşman in.’ Ji ber ku zarokên me dibêjin, em ne poşman in cezayê wan diqede lê nayên berdan. Ez li vir bang li Wezirê Edaletê û Serokkomar dikim, bila destê xwe deynin ser wijdanên xwe û zarokên me yên ku cezaya wan qediyaye berdin. Bila girtiyên nexweş berdin.”

Ada wiha got: “Ji bo ku zarokên me nemirin em li vir in. Ji bo darbestên zarokên me ji girtîgehan neyên em li vir in. Çawa mirovan 10 sal di hucreya yekkesî de digirin? Ma xwedê vê qebûl dike? Qanûna we çi be wê pêk bînin. Zarokên me ji ber binpêkirinên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Êdî hat rewşek wiha ku bav zarokê xwe, zarok bavê xwe nabîne. Em vê rewşê qebûl nakin. Ez bang li hemû cihanê dikim; bila werin em bi hev re ji bo çalakiya greva birçîbûnê li ber edliyeyê rûnin. Zarokên me erkên xwe bi rûmeta xwe anîn cih. Em deyndarê wan in. Em deyndarê tevahî girtiyên li girtîgehê ne. Bijî berxwedana li zindanan.”