Li Amedê 468 rêxistinan banga aştiyeke mayînde kirin

Li Amedê 468 sendîka, rêxistinên pîşeyî û sivîl bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan banga çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd kirin.

468 sendîka, rêxistinên sivîl û kedkaran ên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê, bi wesîleyê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Derê Çiyê hatin cem hev.

Hevserokê Bajêr yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Parlamenterê Bajêr Îmam Taşçier jî beşdarî daxuyaniya hevpar a bi daxwaza "Berî her tiştî aştî " bûn.

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO)  Şaxa Amedê Sorgul Aytek Avşar ve, ya Tirkî jî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Eren destnîşan kir ku sedema herî girîng a pirsgirêk û xitimandina Tirkiyeyê ya di qada hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye.

Eren got, "Ev israr bersivê nade daxwazên civakî yên maf û azadiyên bingehîn ên li Tirkiyeyê û her wiha têgihiştina polîtîkayên ewlekariyê yên ji zemîna çareseriya demokratîk dûr in, derdixe holê. "

Eren da zanîn ku polîtîkaya neçareseriyê dibe sedema windakirina jiyanê û wiha dewam kir: “Ev yek dibe sedem ku welat ji hiqûq, demokrasî û mafên mirovan hîn bêhtir dûr bikevin û bi lêçûnên giran re pirsgirêkên aborî bijîn. Bi rastiya ku pirsgirêka Kurd wê li ser bingehên aştiyane û demokratîk çareser bibe; Em bang li hemû aktoran, dînamîkên civakî û siyasî dikin ku bi erkên xwe rabin da ku hawîrdoreke bê pevçûn pêk bînin.”

Saziyên civaka sîvîl, karsaz û pîşeyî yên ku îmze kirine, wiha bang kirin:

“Divê aştî bibe rojeva herî girîng û sereke ya Tirkiyeyê û divê di zûtirîn demê de ji çekan û pevçûnan dûr bê sekinandin û pêvajoya aştiyê ku di salên borî de hatibû destpêkirin û ji bo tevahî gelan bibû hêvî ji nûve bê înşakirin; Em banga çareserî û aştiyeke mayînde li ser esasê prensîbên gerdûnî dikin.”