KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîmenê çalakiya gerîla ya li ser baregeha Bamernê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku di 16'ê Tebaxê de li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. -
'Mexmûr wê polîtîkayên dorpêçkirinê ti carî qebûl neke'
Endamê Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver diyar kir, ku rayedarên Iraqê di hevdîtina bi wan re diyar kirin ku wê dora wargeha Mexmûrê têl bikin û destnîşan kir ku wê ti carî vê yekê qebûl nekin. -
PDK'ê doh panzerên Baasê, îro jî panzer û droneyên rejîma Tirk aniye Kurdistanê
PDK a ku beriya niha bi 26 salan da pêşiya tankên rejîma Baasê û qatilê 5 hezar qurbaniyên Enfalê anî Hewlêr, niha jî rê ji panzerên Tirk re çêdike û dike ku droneyên Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê bifirin û mirovan qetil bikin. -
Melikşahî: Divê ciwan xwedî rol bin û tevlî rêfen gerîla bibin
Gerîlayê YRK’ê Rêwar Melikşahî bal kişand ser êrîş û şerê taybet ê dewleta Îranê yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li ser jin û ciwanên Îlam û Kirmaşanê û got, “Divê ciwanên Kurdistan û Îranê ref bi ref tevlî ‘Cenga Azadiyê’ bibin.” -
Çekdarên PDK’ê êrîşî ciwanên Êzidî kirin
Hêzên çekdar ên bi ser PDK'ê ve êrîşî ciwanên Êzidî yên ku xwestin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi hevkariya PDK'ê protesto bikin, kirin. -
Şandeya HDP’ê serdana malbata Ozer kir
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, serdana malbata girtiyên nexweş Makbûle û Hadî Ozer kir. Temellî diyar kir ku girtiyên nexweş anîne rewşekê ku li benda mirinê bimînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. -
Cenazeyê girtiyê nexweş Çapkin hate veşartin
Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê 29 sal girtî ma û piştî hat berdan û 8 meh bi şûn de şehîd bû, ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehîd namirin“ hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Ebû Zêyd bi merasîmeke heybet hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Ebû Zêyd Abdulah Ubeyd ku di êrîşa balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi tevlêbûna xelkê Mexmûrê bi merasîmeke heybet hate veşartin. -
Ji bo kurê xwe yê gefa kuştinê lê hat xwarin dest bi Nobeta Edaletê kir
Gulan Ateş a dayika Kûrbanî Ozcan ê bi rapora hat tespîtkirin ku di girtîgehê de êşkence lê hatiye kirin, diyar kir ku Midûrê Girtîgeha T ya Amedê gef li kurê wê xwariye, jê re gotiye: “Tu yê mirî ji vir derbikevî“ û dest bi Nobeta Edaletê kir. -
Çapkinê 8 meh berê hat berdan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê 8 meh berê ji Girtîgeha T ya Beşîkduzuyê hat berdan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Şewata daristanê ya bi destê leşkeran hatibû destpêkirin 3 roj in didome
Şewata ku artêşa Tirk li qada daristanî ya gundê Marînos a Colemêrgê dabû destpêkirin, 3 roj in bênavber didome. -
HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Dagirkerên ku li hemberî berxwedana gerîlayan nekarîn gavekê biavêjin, 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin. -
RJAK: Qetilkirina Mamoste Şemal nîşaneya bêçaretî û tirsa dewleta Tirk a faşîst e
RJAK’ê têkildarê qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Mamosta Şemal daxuyaniyek da, ragihand ku ji ber ku Mamosta Şemal bi kiryar, hizr û gotinên xwe de îsbat kir ku çiqasê alîgir û pêkînerê rihê neteweya demokratîk e kirin armanc. -
Çalakvanekî li dijî dagirkeriyê 40 roj in ji aliyê PDK’ê ve girtî ye
Hêzên PDK’ê 40 roj berê çalakvenekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girtibû. Ligel ku biryara dadgehê heye jî çalakvan nayê berdan. -
YBŞ: Di êrîşa hewayî 2 hevalên me birîndar bûn
Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de 2 şervanên wan birîndar bûne û destnîşan kir, ku ew hêza parastina gelê xwe ne, lewma heta kêliya dawî wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin. -
Li Amedê Nobeta Edaletê: Em ê her li qadan bin
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya lê nayên berdan, di roja 287'an a Nobeta Edaletê de careke din bang li hikûmetê kirin ku "dawî li dijminatiyê bîne" û diyar kirin ku ew ê her li qadan bin. -
HPG: Em ê xeyalên şehîdê xwe bi cih bînin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em ê xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe teqez bi cih bînin.” -
Tîma tolhildanê ya YPS’ê trafoya VEDAŞ’ê rûxandin
Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Dilgeş Azad ragihand ku li Wanê trafoya elektrîkê ya VEDAŞ’ê rûxadin û kirin xwelî. -
KCK: Li dijî êrîşan divê gelê me li her derê xwe biparêze!
KCK'ê diyar kir ku êrîşên dema dawî zêde bûne, parçeyek ji qirkirina Kurdan e û got, "Divê gelê me li her derê xwe biparêze. Li her devera ku dijmin û sîxurên wan tespît kirin, divê wan ceza bikin." -
Li ser Mexmûrê balefirên keşfê digerin
Piştî êrîşa hewayî ya doh ya di encamê de welatiyekî wargeha Mexmûrê şehîd bû, liv û tevgera balafira bê mirov û bi çek li ser Mexmûrê didome. -
PENa Kurd qetilkirina Mamosta Şemal şermezar kir
Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî şermezar kir û ragihand ku eger dema berê kujerên nivîskar û rojnamevanan bihatibana cezakirin wê bi hêsanî kujeran nekarîba mamosta Şemal qetil bikira. -
Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dide çeperên berxwedanê hilweşîne
Artêşa Tirk a dagirker her cure metoda şerê qirêj bi kar tîne lê dîsa jî nikare berxwedana gerîlayan bişkîne. Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk li Girê Werxelê bi kepçeyan hewl dide çeper û tunelên berxwedanê hilweşîne. -
Hem qereqol e, hem jî dibistan!
Li navçeya Saray a Wanê li hundirê Lîseya Îmam Hatîp a Şehît Mûrat Dîlmaç Qereqola Tîmên Taybet ên Tirk hate çêkirin. Pansiyona dibistanê kirin qereqol. Xwendekar li heman cihê ku hêzên çekdar lê ne, perwedeyê dibînin. -
Cenazeyê Ebû Zêyd bi girseyî hate pêşwazîkirin
Cenazeyê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de li Mexmûrê şehîd bû, bi girseyî ji aliyê xelkê Mexmûrê ve hate pêşwazîkirin. -
Cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
Şehîdê Sûrê Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, li bajarê xwe Erziorimê hat veşartin.