Dewleta Tirk birîna daran a li herêma Bestayê zêde kir

Dewleta Tirk li herêma Besta ya Şirnexê bi hinceta “xebatên rê” birîna daran zêde kir.

Li herêma Bestayê ku çiyayên Cûdî, Gabar, Namaz jî di nav de ye, 2 sal in bi hinceta 'ewlehiyê' dar têne birîn.

Niha jî bi hinceta “xebatên rê” birîna daran zêde kirin.

Li cihên talankirî kuleyên leşkerî hatin çêkirin. Ev demek bû ku darên dihatin talankirin bi qemyonan dihatin veguhastin. Lê bi zêdebûna talanê re daran bi TIR’an dişînin. Li herêma ku dar lê hatine birîn destûr nayê dayin ku şêniyên herêmê lê bigere.