Ji bo 9 bajaran bijîjkekî pispor tenê heye

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku di xizmetên tenduristiyê de bi giştî hilweşînek heye û got ku li 9 bajarên Serhatê li hin şaxên bijîjkiyê tenê bijîşkek heye.

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu, diyar kir ku bi hilweşîna sîstema heyî re rewşeke nebaş a tenduristiyê pêk hatiye û da zanîn ku ji Serhatê tenê bijîşkek li Beşa Nexweşiyên Îmunolojî û Alerjiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dinêre û got ku ji ber vê yekê nexweş bi mehan û heta salekê zêdetir nikarin randevûyê bigirin.

Wan a ku nifûsa wê ji milyonek û 500 hezarî derbas dibe, di heman demê de bajarekî ku ji milyonan kes ku ji Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî, Îdir, Qers, Sêrt û Erdexanê tên, ji bo xizmetên tenduristiyê malovaniyê dike. Li aliyê din 2 nexweşxaneyên dewletê yên Wanê ji ber kêmbûna bijîşk û xebatkarên tenduristiyê nikarin pêdiviyên tenduristiyê bi cih bînin. Piraniya beşên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê û Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, an bijîjk tune ne an jî bijîjkek tenê li ser kar e.

Ji ber ku di beşa Îmunolojî û Nexweşiyên Alerjiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê de tenê bijîjkek heye, nexweş û xizmên wan zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber kêmbûna bijîşkan nexweşên ku ji derveyî Wanê tên, bi rojan li Wanê dimînin. Gelek kes bêyî ku bên dermankirin, neçar dimînin vegerin bajarên xwe.

DI PERGALA TENDURISTIYÊ DE HILWEŞÎN ÇÊBÛYE

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku di xizmetên tenduristiyê de hilweşîn çêbûye û got, bi vê hilweşînê re rastî rewşeke nebaş a tenduristiyê derxistiye holê.

Çolakoglu, da zanîn ku li gelek cihan navendên tenduristiyê yên mezin hatine avakirin û di warê teknîkî de alav hatine bicihkirin û got ku di warê bicihkirina personelên ku dikarin li wir bixebitin û di çarçoveya teknîkî de xebatan bimeşînin de kêmasiyek cidî heye. Çolakoglu destnîşan kir ku di bin hin şaxan de kêmasiyeke cidî ya bijişkan heye an jî bi yek bijîjkî sînordar dimîne.

PERGALÊN RANDEVÛYÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN IN

Çolakoglu bi bîr xist ku Wan hem bajarekî mezin e û hem jî xizmetê dide bajarên derdorê û wiha dewam kir: “Bi taybetî pergala randevûyê li Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin e. Nexweş ji ber randevûyê nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. Ev ji bo Wanê jî derbas dibe. Gelek nexweş tên, ji ber kêmbûna bijîjkan û karmendan, di xizmetên tenduristiyê de gelek alozî dertên holê.”

Çolakoglu diyar kir ku di demên dawî de gelek bijîjk çûne dervî welat û wiha axivî, “Em di bin hilweşîneke aborî ya pir giran de ne. Mirov gelek xemgîn dibe ku, gelek kesên bi ciddî hatine perwerdekirin û dikarin xizmeta gelê xwe bikin, derveyê welat wek hêviyek dibînin. Desteserkirineke cidî ya mafan heye, rewşek wisa heye ku tiştên ku hûn hildiberînin di warê aborî de bi dest naxin. Dîsa ji ber kêmbûna bijîjk, xebatkarên tenduristiyê û gel tên pêşberî hev.”

HEJMARA BIJÎKAN GELEK KÊM E

Çolakoglu, anî ziman ku di hin beşên nexweşxaneyên Wanê de kêmasiyeke cidî di bijîjkan de heye û ev tişt parve kir: “Bi taybetî di beşa jêr-şaxê de beşa Îmunolojî û Nexweşiyên Alerjiyê û hin şaxên wan pir kêm bijîjk hene. Li nexweşxaneyên herêmê û zanîngehê yek an du bijîjk hene. Li bajarên derdorê bertekek cidî ya nexweşan heye. Wan bi rastî bajarek a metropol e. Di vî rewşê de nikare xizmetê gel bi cih bîne. Ji bo vê yekê divê hejmarek cidî a bijîjk hebe, lê wezaret bêtir bi xercên ku distîne re eleqedar e. Ji vî alî ve bi nêrîna li pirsgirêkan re çareserî dernakeve holê, alozî derdixe holê. Ji bo Wanê bi giştî ez dikarim bibêjim ku pirsgirêk hîn aloztir bûye. Li bajarên rojava jî pirsgirêk hene, lê ne bi qasî vir. Feqîr û yên di sînorê birçîbûnê de dijîn nikarin ji mafê tenduristiyê sûd werbigirin, newekhevî heye. Mafê mirovan ê tenduristiyê nîne. Em dibêjin ku divê her kes xwedî mafê wekhev a gihandina tenduristiyê hebe.”