KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
Şehîdê Sûrê Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, li bajarê xwe Erziorimê hat veşartin. -
Balefireke bêmirov a bi çek li Şengalê da
Balefireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk li gundê Behreva yê Şengalê da. -
Şeniyên Mexmûrê êrîşa dewlet Tirk şermezar kir
Piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê li ber Meclîsa Gel kom bûn û heta cihê êrîşê meşiyan. -
11 dagirker hatin cezakirin, çeperek û wesayitek hatin îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota û çeperek hatin îmhakirin. -
Ji bo kûleya leşkerî berê xweza hate talankirin piştre jî rêya asfalt hate çêkirin
Dewleta Tirk li gundê Hesena yê Silopiya Şirnexê ji bo çêkirina kûleya leşkerî berê dar hatin talankirin û piştre jî rê asfalt kir. -
Kesê li Mexmûrê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Ji şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû, şehîd ket. -
Kurê mamosta Şemal: Êrîş ji aliyê MÎT’ê ve hate kirin
Kurê mamosta Şemal ku di 28’ê Tebaxê de li ber derê mala xwe hate qetilkirin, diyar kir ku êrîş ji aliyê MÎT a dewleta Tirk ve bi alîkariya sîxuran pêk hatiye. -
Li Rihayê Nobeta Edaletê: Polîsan gef li rojnamevanan xwarin
Rojnamevanên ku malbata Şenyaşar ên li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin edaletê têdikoşin dişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan gef li wan xwarin. -
Dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand: Kesek birîndar bû -NÛ BÛ
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker bombe li Wargeha Mexmûrê barand. Di êrişê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd birîndar bû. -
Hestiyên Arslan piştî 7 salan xistin tûrikekî û dan destê bavê wî
Hestiyên Hakan Arslan ê ku di sala 2015’an de Sûrê ya Amedê di dema terora dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan bi rengekî ji derveyî mirovahiyê radestî bavê wî hate kirin. -
Burhan: Projeya Sedr li ser neteweyên kêmhejmar metirsî ye
Çavdêrê Siyasî Pêşeng Şêx Burhan bal kişande ser projeya Sedr a guhertina destûra Iraqê û got, “Guhertina destûrê metirsî ye li ser mafê gelê Kurd li Iraqê û pêwîste Kurd ji bo destxistina mafên xwe li Bexdayê yekgirtî be.” -
Malazgîrt: Dewleta Tirk dît ku nikare PKK’ê têk bibe
Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got “Dewleta Tirk dît nikare PKK’a ku di vê astê de têdikoşe têk bibe. Ji ber vê dixwazin qelsiya xwe ya di şer de bi propagandayê bigirin.” -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê hate weşadin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de kepçeyek hate îmhakirin û dagirkerê tê de hate cezakirin. -
Qetilkirina Sûheyl Xûrşîd Ezîz li Ranyayê hate şermezarkirin
Qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz li navçeya Ranyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Encamnameya panela li ser encamên kampanyaya îmzeyan aşkere bû
Panela li ser encamên kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘“rêxistinên terorîst“ hat danîn, bi dawî bû. Di panelê de hat gotin ku PKK tevgereke azadîxwaz e û tu têkiliya wê bi terorê re ne nîn e, lê dewleta Tirk terora dewletê pêk tîne. -
Cenazeyê Mamoste Şemal hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşîd Ezîz ku îro di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li bajaroka Kifrî ya Germiyanê hat veşartin. -
Tevgera Azadî: Dewleta Tirk Mamoste Şemal qetil kir
Hevserokatiya Tevgera Azadî ragihand ku Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Azadî Mamoste Şemal bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan, hatiye qetilkirin. -
‘Li Başûrê Kurdistanê 300 hezar îmze hatin berhevkirin’
Li Silêmaniyê bi panelekê encama kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" hate aşkerekirin. Hate gotin ku li Başûrê Kurdistanê di nava heşt mehan de 300 hezfar îmze hatine berhevkirin. -
Rêjeya xizaniya li Başûrê Kurdistanê hat aşkerekirin
Berdevkê Wezareta Plankirinê ya Iraqê Ebdulzahir Hindawî da zanîn ku rêjeya xizaniyê li Iraqê ji sedî 31, li Başûrê Kurdistanê jî ji sedî 12 e. -
Meclîsa Şengalê: Dibe ku cardin dewleta Tirk êrîş bike
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, diyar kir ku ji 22’yê Tebaxê heta bi niha li ser herêmê firînê keşfê tên kirin û anîn ziman ku dibe êrîşên nû pê bibin. -
HPG: 6 dagirkerên din hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku di pênc çalakiyên cuda yên gerîla de herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, çeperek hatiye îmhakirin. -
Endamê Encûmena Tevgera Azadî Sohêl Xorşîd hate qetilkirin
Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji aliyê kes/kesên nediyar ve li ber mala xwe ya li navçeya Kifrî hate qetilkirin. -
Li Pîranşarê kolberek hate destgîrkirin
Hêzên dewleta Îranê roja Înê li Pîranşarê kolberek destgîr kirin. -
NPG'ê bang li PDK'ê kir: Rê ji dagirkeran re çêneke!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê bal kişand ser êrîşên dagirkeran ên li ser Zapê û bang li PDK'ê kir ku rê ji dagirkeran re çêneke. -
PDK li Zapê rê ji artêşa Tirk re çêdike
Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî gerîla têk çûye. Di rewşeke wiha de hate ragihandin ku PDK li rojavayê Zapê di navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê de bi kepçeyan rê ji artêşa Tirk re çêdike.