Bûldan: Tenê rê rakirina tecrîdê ye - HATE NÛKIRIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Wanê di mîtînga 1’ê Îlonê de axivî û got: “Tenê rêya rizgarkirina welat ji van qeyranan bidawîkirina tecrîdê ye.“

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên saziyên sivlî bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma, "Li dijî şer aşti, li dijî mirinê em jiyanê diparêzin" mîtîng li dar xistin. Mîtîng li Parka Aştiyê ya Musa Anter bi dirûşma "Bila tecrîd bê rawestandin aştî bê axaftin" hat lidarxistin.  Li pişt dikê jî pankarta "Şer mirin e aştî jiyane" hat daliqandin. Gel di bin dorpêça polîsan de ji du hêlan ve herîkin qada mîtîngê. 

Bi sedan jinên ku li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn, kortej pêk anîn û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", bi lîlandinê û bi posterê Aysel Tûglûk ku wekî pankart bi kar anîn bi meşê hatin qadê û tev lî mîtîngê bûn. Dayikên Aştiyê û dayikên di Nobeta Edaletê de bi laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ne cih girtin û bala her kesî kişandin ser xwe. Di meşê de jinan dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Peymana Stenbolê dide jiyîn" berz kirin. Jin li qadê bi coş hatin pêşwazîkirin û li ber muzîkê govend gerandin.

Qada mîtîngê bi flamayên HDP û DBP'ê hatin xemilandin û li qadê dirûşmên, "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

‘GEL TENÊ ALÎGIRÊ AŞTIYÊ NE‘

Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli axivî û bal kişand ser girîngiya aştiyê û got: "Gel tenê alîgirê aştiyê ne. Em ê nîşanî desthilatdaran bidin ku aştî çawa pêk tê. Têkoşîna me dê heta pêkanîna aştiyê bidome." Piştre Hevserokê HDP'ê ya Wanê Fîkret Dogan jî ser sekna gel rawestiya û wiha axivî:  "Hêviya me bi gel heye. Em di vê baweriyê de ne ku dê bi pêşengiya Gelê Kurd aştî dê bê. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeran ji vir bişînin."

'EM BI WE SERBILIND IN‘

Piştî axaftina Fîkret dogan Koma Sorjiyan derket ser dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî piştî Koma Sorjiyan derket ser dikê û xitabê gel kir û got: "Ez 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê û li we gelê me yê rêzdar pîroz dikim. Ez spasiya hemû gelê me yê ku dilê wan ji bo aştiyê lê dide, careke din hatin cem me. Em bi we serbilind in, em bi hebûna we kêfxweş in. Weke her carê hûn jî bi coş, îradeya xwe, biryardariya xwe, dengê xwe, rengê xwe hatin vê derê.“

‘DÊ TÊKOŞÎNA EDALET Û AŞTIYÊ BIDOME‘

Bûldan diyar kir ku heta ku HDP hebe, bêguman wê têkoşîna aştî û edaletê li vî welatî bidomîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku em dizanin ku birînên civakî ancax bi edaleta rast, hiqûqa rast, adil û mayînde, aştiyeke bi rûmet divê bên avakirin. Haya me ji vê heye, lê desthilatdarên vî welatî bi polîtîkayên şer her roj windakirina ji jiyana me, ji sifreya me, ji bêrîkên me didomînin. Li ser maseya me karê xwe didomînin û ji bêrîkên me diziyê dikin. Ji ber ku em bi sîstemeke ku hêz û kursiyên xwe li ser konsepta şer ava dike re rû bi rû ne. Lê em dizanin ku tercîha gelên Tirkiyeyê ti carî şer nîne. Hilbijartina gelên Tirkiyeyê aştiya bi rûmet, edalet, hiqûq, demokrasî û mafên mirovan e.“

‘OCALAN DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE AKTOREKÎ GIRÎNG E‘

Bûldan bilêv kir ku li vî welatî hawîrdoreke aştiyê derbas bûye, ev welat bûye şahidê pêvajoyên diyalog û muzakereyê û wiha dom kir: “Weke ku em hemû dizanin, di pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013’yan de hat meşandin, gelan, jinan û her welatiyê vî welatî dîtin û şahidiya wê yekê kir ku bi baweriya bi xweşî û aştiyê li pêşeroja xwe binêre. Di wê demê de salên herî ewle yên vî welatî bû, ku di sala 2013'yan de ket meriyetê, lê bi awayekî ji aliyê AKP'ê ve hat paşguhkirin, înkarkirin û betalkirin. Di pêvajoya aştiyê de diyalog hebû, muzakere hebû. Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorekî girîng bû. Di vê heyama 3 salan de dayikek tenê negirî. Tu ciwanên me jiyana xwe ji dest nedan. Em di pêvajoyeke wisa re derbas bûn, lê bi awayekî dawî li aştiyê anîn û ew sal jî, pêvajoya ku Birêz Ocalan birêvebir bû. Hemû rê bi tecrîdê hatine girtin. Îro tecrîd ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê, li her qadên vî welatî li her qada kar bûye sîstemeke ku tê meşandin. Em dizanin ku tecrîd binpêkirina mafên mirovan e û pirsgirêkek hiqûqî ye, sîstemeke ku qanûnên vî welatî nas nakin. Em dizanin sedema ku evqas xizanî, belengazî, birçîbûn û krîz bi tecrîdê ve girêdayî ye.“

‘DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK BÊ‘

Bûldan dest nîşan kir ku ger tecrîd nebûya, welat bi krîzan re rûbirû nediman û ev tişt got: “Ji ber vê yekê em dibêjin bila tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin. Divê were zanîn ku tecrîd binpêkirina mafên mirovan e. Divê Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêkûpêk hevdîtinan pêk bîne.“

Di berdewama axaftina xwe de Bûldan bal kişand li ser polîtîkayên desthilatdariyê û wiha dom kir: “Doza girtina HDP'ê vekirin. Doza Komploya Kobanê dan destpêkirin. Dîsa bi sûdwergirtina ji vê hawîrdora tarî polîtîkaya tehdîdê xistin meriyetê. Konser qedexe dikin, govend li ciwanan qedexe kirin. Mîhrîcanên ciwanan qedexe kirin, Gelek ked, gelek bedelên ku jin bi dest xistine hatin piştguhkirin. Ji ber ku ew ji ronahiyê ditirsin. Ew li derdorên tarî xwe li ser piyan digirin. Soza me ji we re ew e ku Partiya Demokratîk a Gelan vî welatî derxîne ronahiyê.“

‘EW BAŞ DIZANIN KU DÊ WINDA BIKIN‘

Bûldan bi domdarî wiha got: “Ew dizanin ku hêza wan ber bi dawiya xwe ve diçe. Ew baş dizanin ku dê winda bikin. Ji ber ku dizanîn ku dê winda bikin careke din konsepta şer dan destpêkirin. Di zimanê wan de aştî û di siyaseta wan de dijminatiya kurdan heye. Dibêjin em dikarin şevekê ji nişka ve herin. Dema ku serokê vî welatî vê konsepta şer aktîf dihêle, dibêje em dikarin şevekê ji nişka ve derkevin. Baş bizanibin ku hûn ê li Mexmûr, Şengalê di her pêvajoyeke pevçûnê de destwerdana jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê bikin. Gelên li wir jiyaneke aştiyane ava kirine, bi tirkmen, kurd, ermenî, asûrî û erebên xwe re jiyaneke hevpar qebûl kirine, lê yên desthilatdariya vî welatî niha çavê wan li Sûriye, Şengal û Mexmûrê ye. Weke ku dibêjin 'em ê aştiyê bînin cîhanê û Rojhilata Navîn'. Durûtiya wan li vir diyar dibe. Em hemû jî dizanin ku yên bi zimanê wan aştî heye di siyaseta xwe de dijminatiya kurdan dikin. Ji ber ku em ji xwe çêtir dizanin ku bi ketina nav axa Sûriyê re aştî derbasî Tirkiyê nabe.

DÊ DI SINDOQAN DE HESABÊ BIDIN

We winda kir. Çima winda kirin? Ji ber ku îro bi hezaran Kurd û siyasetmedar di zindanan de ne, winda dikin û wê winda bikin jî. Wan winda kirin ji ber ku îro girtiyên nexweş li girtîgehan nayên berdan û her roj cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derdikevin. Îro jî ji ber neheqî û bêhiqûqiya li Aysel Tûglûk hatiye kirin, winda kirine. Dayika Wanê ya 80 salî îro ji ber ku bi Kurdî diaxive û îfadeya xwe bi tirkî nade di girtîgehê de ye. Heyfa xwe jê distînin. Wê winda bikin, ew ê winda bikin. Û ji ber ku hestiyên kurê xwe di tûrikê de dane bavekî, winda kirine, wê winda bikin. Demekê di salên 90’î de kurd li nava kolanan hatin qetilkirin. Di salên 90’î de kurd bûne qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar. Kurd di Torosê de winda dibûn. Lê niha laş û hestiyên kurdan dixin çenteyekê û yan bi kargoyê dişînin cem diya xwe, yan jî gazî bavê xwe dikin mehkemeyê û dixin çenteyekê. Li vir bêwijdaniya we ye, durûtiya we li vir e, windabûna we di vê de diyar e. Dema ku li ser sindoqan hesabê van hemûyan were danîn, wê hem kurd hem jî gelên Tirkiyeyê teqez li ser sindoqan ji we bipirsin.

RÊYA ME RÊYA AŞTIYÊ YE

Rêya me rêya demokrasiyê ye. Rêya me rêya aştiyê ye. Rêya me rêya edalet, hiqûq û mafên mirovan e. Jiyana bi hev re ye, jiyana hevpar e, lê helbet ev jiyana hevpar erdnîgariyeke ku nasnameya zimanê kurdan tê naskirin û çanda wan nayê qedexekirin. Em weke Gelê Kurd înkar û asîmîlasyonê qebûl nakin, êrişên li ser cenazeyên me qebûl nakin, neheqî û bêhiqûqiya li girtîgehan li ser me tê kirin, qebûl nakin. Ji ber vê yekê HDP ji bo gel li vir e, siyaseta demokratîk dimeşîne. Em ê vê siyaseta demokratîk ji bo gelê xwe, ji bo jin û ciwanên xwe bidomînin.

 HDP temînata jiyana hevpar e. Careke din peyva aştiyê, peyva edaletê, peyva demokrasiyê, ji bo jin û ciwanan. Ez spasiya her kesî ji we dikim ku vê coş, îrade û îradeya xwe anîn vir."

Piştî axaftina Pervînê Hunermend Azad Bedran derket ser dikê.