Daxwaz hat kirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, sewqî Silêmaniyê bê kirin

Koma Parastina Girtiyên Behdînanê xwest girtiyên li girtîgeha Hewlêrê dawî li çalakiya birçîbûnê bînin û sewqî girtîgeha Silêmaniyê werin kirin.

Koma Parastina Girtiyên Behdînanê têkildarî girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyaniyek da û bang li girtiyan kir ku dawî li grevê bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Raya giştî ya herêmê û civaka navneteweyî agahdarkirin ku rojnamevan û aktîvîstên Behdînan li ser bîr û ramana azad, pîşeya rojnamevanî hatine cezakirin. Lê, cihê fikaran e ku heta niha li Girtîgeha Gewran a Hewlêrê cezayê li ser girtiyên Behdînanê û girtiyên di grevê de ne, berdewam e. Ji bo parastina rewşa tenduristiya wan û weke mijarek mirovî daxwaz dikin ku girtiyên Behdînanê greva xwe bi dawî bikin. Her wiha ji bo parastina mafê wan veguhezînin Girtîgeha Silêmaniyê.”

Girtiyên Behdînanê û komek girtiyên din ji 19'ê Tîrmehê û vir ve ji ber mafê berdana wan a bi şert û merc bêpar in di greva birçîbûnê de ne. Bi dehan girtî di greva birçîbûnê de ne.