Li Xezeyê di êrîşa li ser nexweşxaneyê de 3 rojnamevan hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA'yê ragihand ku sibeha Pêncşemê di êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê de li nexweşxaneyekê 3 rojnamevan hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA'yê ragihand ku sibeha Pêncşemê di êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê de li nexweşxaneyekê 3 rojnamevan hatin kuştin.
Hewşa Nexweşxaneya Al Ahlî Arabî ya li Xezeyê bû hedefa êrîşa droneyan.
WAFA'yê diyar kir ku rojnamevanên hatin kuştin Îsmaîl Badah, Suleyman Haccac û Samîr El Rîfaî ne.
Ajansa nûçeyan diyar kir ku rojnamevanekî din Îmad Dalûl jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ji destpêka şerê li Xezeyê û vir ve zêdeyî 200 rojnamevanên Fîlîstînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.