Welatiyên ji Wan, Agirî, Qers, Mûş, Erzîrom, Bedlîs, Îdir, Erdexan û gelek bajarên Kurdistanê ji bo beşdarî meşê bibin hatin Bazîdê û bi pankartên "Zimanê azad, bi civaka azad re pêk tê" û "Statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî" meşiyan. Gel jî bi tilîlî û çepikan piştgirî dan meşê.
Meş ji Qesra Îshaq Paşa heta Tirba Ehmedê Xanî berdewam kir. Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya DEM Heval Dilbahar li ber gorê axivî û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya zimanê Kurdî û got, "Polîtîkayên ji bo tunekirina zimanê Kurdî têk çûne."
Heval Dilbahar li ser peyama aştî û zimanê dayikê ya Rêber Apo rawestiya û xwest ku polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe.
DAXWAZ
Heval Dilbahar got, "Xwedîderketina li ziman tê wateya xwedîderketina li hemû mirovahiyê. Ger behsa aştiyê bê kirin, divê hemû polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan û Kurdî bi dawî bibin."
Heval Dilbahar daxwazên ji bo Kurdî wiha bi rêz kir:
- Divê zimanê Kurdî bigihêje statuya zimanê fermî.
-Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê be,
- Divê navên Kurdî bên îadekirin.
- Divê ziman, erdnîgarî û çanda Kurdan di destûra bingehîn de bê naskirin..
DIVÊ HEMÛ MAL BIBIN DIBISTAN
Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hatin kirin: "Banga me ji hemû gel û saziyên Kurd re ew e ku xebata xwe ya li ser ziman zêde bikin. Divê gelê Kurd li dora zimanê xwe bibin yek. Ger Kurdî winda bibe, gelê Kurd jî dê winda bibe. Divê hemû mal bibin dibistan. Kurdî ne tenê ji bo gelê Kurd nirxek e, ew ji bo hemû mirovahiyê nirxek e."
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî zimanê Kurdî” bi dawî bû.