Colemêrg bûye mîna girtîgehê

Dewleta Tirk navenda bajêr û taxên Colemêrgê bi balafirên bêmirov û droneyan 24 saetan dişopîne.

Colemêrg ku bajarekî qedîm ê Kurdan e, bi salan e di bin zilma dewleta Tirk de ye. Li navenda bajêr û hemû navçe, gund û taxan qereqol, kalekol û kûleyên çavdêriyê hene. Li ser gelek gir û çiyayên Colemêrgê qereqolên leşkerî, kalekol û kûleyên çavdêriyê hene. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku Colemêrg û navçeyên wê kiriye mîna leşkergehê, navenda bajêr û taxên wê jî bi wesayitên zirxî dorpêç kiriye. Li gelek deverên ketin û derketina ji bajêr, li navenda sûkê û gelek taxan nuqteyên kontrolê hene. Bi vî rengî bajar kiriye mîna girtîgehê.

Tevî ku li navenda bajarê Colemêrgê gelek leşkergeh û qereqolê hene, her wiha li ser hemû girên li derdora navenda bajêr kûle hatine çêkirin û çavdêrî li ser bajêr tê kirin. Hikumeta Tirk qîma xwe bi vê jî neaniye û navenda bajarê Colemêrgê û taxên wê 24 saetan bi balafirên bêmirov û droneyan dişopîne.

DEWLET JI XELKÊ COLEMÊRGÊ DITIRSE

Li Colemêrgê ku qanûnên Rewşa Awarte di pratîkê de ye, mafên demokratîk li gel qedexe ne. Colemêrgiyan anîn ziman ku dewlet bi salan e bi rêbazên şer Colemêrgê bi rê ve dibe û destnîşan kirin ku bi balafirên bêmirov, drone û kûleyên çavdêriyê mafê jiyana taybet tê binpêkirin. Ji şêniyên Colemêrgê kesekî diyar kir ku dewlet ji xelkê Colemêrgê ditirse lewma bi şev û roj droneyan û balafirên bêmirov li ser Colemêrgê digerîne û got, "Em di nava rojê de balafirên bêmirov û droneyan zêde nabînin, lê belê bi şev li ezman dibînin. Carna li ser navenda bajêr carna jî li ser taxan digerînin. Dewlet bi rengekî eşkere mafê jiyana taybet binpê dike. Bi salan bi rêya kûleyên çavdêriyê ev yek dikirin, niha jî bi droneyan dikin. Dewlet gelekî ji gelê Kurd ditirse. Bi vê yekê nikare me bitirsîne."